Merkel wê ji rejîma Erdogan daxwaza 'hurmeta li hiqûqê' bike

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ku bi firotina çekan piştgiriya sûcên şer ên rejîma Erdogan dike, wê di serdana Tirkiyeyê de mijarên; penaberan, krîza li Sûriye, Lîbya û rojhilatê Derya Spî ya binirxîne.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel wê îro li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûnê. Rojeva Merkel berfireh e. Di hevdîtinê de rewşa li Lîbya û Sûriyeyê, her wiha karê sondajê yê Tirkiyeyê ku bi rengekî dijberî hiqûqa navneteweyî li rojhilatê Derya Spî dike, wê bên nirxandin.

Merkel ku di dema dagirkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê de firotina çekan ji bo rejîma Erdogan bi xwe pejirand, wê di mijara dewleta hiqûqê û mafên mirovan de 'hestiyariya xwe' bîne ziman. Deutsche Welle (DW) diyar kir ku Merkel wê ji bo serxwebûna dadgeriyê û serweriya hiqûqê ji Erdogan bixwaze ku 'gavên berbiçav' biavêje.

Hate ragihandin ku di hevdîtina Merkel Erdogan de wê mijara penaberan jî bê nirxandin ku Tirkiye bi salan e li dijî Ewropayê weke amûreke şantajê bi kar tîne.