BI DÎMEN

Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî li Kadikoyê bi coş hatin pêşwazîkirin

Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî li Kadikoyê serdana standa hilbijartinê û esnafan kirin.

Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî li Kadikoyê serdana standa hilbijartinê û esnafan kirin. Namzetên Hevşaredariyê Meral Daniş Meştaş û Mûrat Çepnî bi coş hatin pêşwazîkirin û xitabî gel kirin. Namzetên Hevşaredariya Kadikoyê yên DEM Partiyê Nîmet Çelebî Erdogan û Av. Veysî Eskî û parlamenterên DEM Partiyê tevlî hevdîtîna gel bûn.

Li vir Namzetê Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Mûrat Çepnî xitabî gel kir û got: “Ligel hev û bi mil bi mil em dikarin ked, demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Em ne neçarî vebijêrkên ku pergal li me ferz dike. Em partiya ked û gel in.”

Piştre Meral Daniş Beştaş jî axivî û Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişana ya girtî, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî silav kir û got: “Desthilatê tu carê dev ji polîtîkayên xwe yên dîl girtinê û operasyonên siyasî bernedeye. Derbeya sîstematîk berdewam dike. Li dijî hemû kesên ku dixwazin wekhev bijîn û îtiraz dikin, darazê dixe dewrê. Îro gelek hevalên me li Îzmîr û Stenbolê hatin binçavkirin. Lê hîna we em nasnekirîne, DEM Partiyekî li hemberî we serî bitewîne nîne. Em li vir dîsan banga hevalên me serbest berdin dikin.”

Piştre Beştaş û Çepnî serdana esnafan kir.