BI DÎMEN

Mêlencho di mîtînga Parîsê de axivî: Tirkiye bi dijminên me re hevkariyê dike

Yek ji berendamê Serokkomariya Fransa, Jean- Luc Mêlenchon di mîtînga Parîsê de axivî û got, ‘’DAIŞ’ê bi Bataclan û Charlîe Hebdo komkujî kir. Ew dijminê me ne. Tirkiye bi dijminê me re hevkariyê dike’’

Yek ji berendamê Serokkomariya Fransa, Jean- Luc Mêlenchon di mîtînga dijî operasyona qirkirinê ya bi ser HDP’ê de, ya li Parîsê axivî û got, ‘’DAIŞ’ê bi Bataclan û Charlîe Hebdo komkujî kir. Ew dijminê me ne. Tirkiye bi dijminê me re hevkariyê dike’’

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî operasyona li ser HDP’ê ya bi destê AKP/Qesrê pêk hatî, didomin. Li paytexta Fransa ya Parîsê bi tevlêbûna 30 hezar kesî, çalakiyên şermezarkirinê didomin.

Di meşê de ku bi banga Tevgera Jin a Kurd a Ewropa û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) pêk hatî, li gel Kurdistaniyan HDK-F, ACTÎT, ATÎK, ADHK, FEDA, DÎDÎF, NPA, MRAP, nûnerên Keskan û saziyên Fransiz jî amade bûn. Bi hezaran kes saet 16.00’an li Rebûblîque civiyan û dirûşmên ‘’Stop Erdogan’’, ‘’Dewleta Faşîst ji Kurdistanê bicehime’’ berz kirin.

Li Meydana Republîque wiha hate gotin: ‘’Hikûmeta AKP’ê ya faşîst û dîktatorê li qesrê bi girtina hevserok û wekîlên HDP’ê dixwazin vîna me desteser bikin, şer be şer, em ê li ber xwe bidin, berdêlan bidin lê qet çokê li ber wan nadeynin.’’

Di dema axaftinan de girseyê tim dovîz û pankartên ‘’dest nede wekîlên me’’ rakirin û meşiyan. Piştî meşa bi dirûşmên dijberê AKP’ê û Erdogan li meydana Chatlet mîtîng hate kirin.

 

Li mîtîngê serokê Eniya Çepgir û berendamê Serokkomariyê Jean-Luc Mêlenchon, wekîlê Parlamentoya Ewropayê Patrîck L’Hyarîc û Wekîlê Partiya Sosyalîst Françoîs Pupponî axaftin kirin.

Mêlenchon wiha anî ziman: ‘’Wekîlên HDP’ê wekîlên Kurdan û Tirkiyê ne. Tirkiye ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asten bike dîktatoriyê ava dike û petrola DAIŞ’ê difiroşe. Ev rewş me têkildar dike ji ber ku DAIŞ’ê bi êrîşên Bataclan û Charlîe Hebdo komkujî kirin. Ew dijminê me ne û Tirkiyê hevkarê dijmin.

...