Mehmûd Osman: Êrişên El Nusra ji planên Enqereyê nedûrin
Mehmûd Osman: Êrişên El Nusra ji planên Enqereyê nedûrin
Mehmûd Osman: Êrişên El Nusra ji planên Enqereyê nedûrin
Parlementerê Iraqê ê Kurd Dr. Mehmûd Osman li ser rewşa şerê ne rawa yê ku li ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê meşan din daxuyaniyek nivîskî da. Osman di daxuyaniyê de diyar kirin ku, ew şerê ne rewa yê ku li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin bûye sedema karesatekî mezin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye, gelek kes birîndarbûne û bi sedan kes jî dîl hatine girtin.
Parlementerê Iraqê ê Kurd Dr. Mehmûd Osman li ser hesaba xwe ya tûra civakî facebookê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de bal kişande ser bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê rûdidin û wiha got: “Êrîşên El Nursa û beşek ji Artêşa Azad li gorî tevgerê nedûrin ji planên rejima Dîmeşq (Şam) û Hikûmeta Enqereyê.”
Di dewama daxuyaniya xwe de Osman bang li aliyên Kurdan dike ku, yekgirtina xwe çêkin û deriyê sinor vekin. Osman got: “Pêwiste partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê yekgirtî bin, parastina gel bikin û Kurdên beşên din ê Kurdistanê jî piştgiriyê bidin. Hemû pêwîstiyên wan jêre rêkin û deriyê sinor bê vekirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Dr. Mehmud Osman bang li civaka navnetewî dike û wiha dibêje: “Daxwaz ji civaka navnetewî ya bi rewşa Sûriyeyê ve mijol dibin dikîn ku, van êrîşan bidin rawestandin.”