Mehmet Sîncar li ser gora wî hate bibîranîn
Mehmet Sîncar li ser gora wî hate bibîranîn
Mehmet Sîncar li ser gora wî hate bibîranîn
Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku sala 1993’an de li Êlihê di encama êrîşa çekdarî de hate qetilkirin, li ser gora wî hate bibîanîn. Hevserokê giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku Sîncar di encama cînayeteke organîzekirî de hatiye qetilkirin û got: “Bila dewlet li wan rojan binêre, li van rojan binêre. Gelo Mehmet Sîncar kuştine an na?
Bi pêşengiya MEYADER’ê li Goristana Îpekyol Şehîtlîkê, Sîncar li ser gora wî hat bibîanîn. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, parlamenterê Mêrdînê Erol Dora, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û bi hezara kes li parqa Azadî hatin cem hev.
SÎNCAR: JI XEYALA WAN YA MIRIN YA JIYAN
Girseyê qurnefîl danîn ser gorê û deqeyek rêz hat girtin. Hevsera Sîcar, Cîhan Sîncar axivî û got ev 20 sale hevserê wê hatiye kuştin û got xeyala Mehmet Sîncar û hevalê wî azadiya gelê Kurd bû û got: “Tenê daxwaza wî ev bû li ser axa xwe azad bijî. Lê ev 20 sale kujerên wî nehat dîtin. Têkoşîna wan têkoşîna meye.”
Ahmet Turk jî da zanîn ku têkoşîna gelê kurd bi saya Mehmet Sîncar û hevalên wî hatine vê rojê û got: “Em em ji bo Sîncar bi hezaran daketin qadan. Wan ked û bedelek mezin da. Em demeke kurt bi hev re xebitin. Em bi saya têkoşîn wan hatine vê astê.”
DEMÎRTAŞ: KUJER WAN NE VEŞARÎNE!
Demîrtaş da zanîn ku qetilkirina Sîncar kuştina bi organîze ya dewletê ye û got: “Ev bi salane hêj kujerên Sîncar nehatine dîtin. Kujerên wan ne veşarîne. Ne kuştinek ku nayê zanîne. Bi destê dewletê hatiye kirin. Di bin kontrola dewletê de hatiye kirin. Ji aliyê tetikkêşên dewletê ve pêk hatiye. Mixabin ligel ku evqas dem derbas bûye, dewletê hêj hesab nepirsiye. Dewletê hêj ji malbat û partiya me lêborîn nexwestiye.
GEL XWEDÎ LI CENAZEYA XWE DERNEVE WÊ DEMÊ RUMETA XWE WENDA KIRIYE
Demîrtaş balkişand ser êrîşa li ser Şehîtlixa Egît Suruç ya li Çiyayê Bagokê û got divê demildest der barê kesên êrîş pêk aniye de lêpirsîn bê destpêkirin û got: “Gelê ku xwedî li cenazeyên xwe dernekeve wê demê rumeta xwe wenda kiriye. Îro li Bagokê cenazeyê gerîla ji gorê tê derxistin. Cenaze û gor mijarek xesas e. Gelê ku xwedî li cenaza xwe dernekeve rumeta wî gelî nîne. Ji xwe niyeta kesên ku êrîş pêk aniye jî ev e. Lê ev gel gelekî bi rumete, ji bo rumeta xwe bi salan têkoşiyaye. Ev alçaxiye.”
Piştî bîranînê ji bo Sîncar li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya mewlud hat dayîn û piştre sînevîzyoneke jiyana wî vedigot hat nîşandan.