Mehmet Reşîr Îşbîlîr bi 6, Veysel Îşbîlîr bi 2 guleyan hat kuştin!

Mehmet Reşîr Îşbîlîr bi 6, Veysel Îşbîlîr bi 2 guleyan hat kuştin!

Di 6’ê Kanûnê de li Gever a Colemêrgê di dema çalakiyan de Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Li gorî rapora otopsiya pêş  ya her duyan, her du bi 8 guleyan hatine qetikirin. Rapor nîşan dide ku Mehmet Reşît Îşbîlîr bi 6 guleyan, Veysel Îşbîlîr jî bi 2 guleyan hatine qetilkirin.

Di dema protestokirina ku texrîbkirina gorên gerîlayên HPG’ê ya Gevegerê de polîsên tevgera taybet gule bi ser gel de baran û Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr jiyana xwe ji dest da. Kar û barên otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Wanê temam bû.

Di bin çavderiya pisporên tipa Edlî, parêzerên endamên Baroya Wanê û dozgerê Komara Wanê Ahmet Salîh Bîlgen de rapora otopsiyê derket. Di raporên pêş yên otopsiyê de derket holê ku  her du jî bi guleyan jiyana xwe ji dest dane.