Mehaneya Erdogan 26 ji sedî zêde bû

Li Tirkiyeya ku mehaneyên herî kêm 1.600 TL ye mehaneya serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi giştî dibe 74 hezar 500 TL. Ji bo qesra Erdogan jî 2.8 mîlyar butçe tê veqetandin. 

Butçeya ku di sala 2019’an tê payîn ku ji serokomariyê re bê veqetandin diyar bû. li gorî vê ji bo qesra Erdogan 2.8 mîlyar TL butçe tê veqetandin.
Di hûrgiliyên butçeyê de tê diyarkirin ku bi giştî mehaneya Erdogan, li gorî sala borî 26 ji sedî tê zêdekirin.
Di butçeyê de ku li gorî pergala parlameteriyê hatî diyarkirin sala 2018’an Erdogan bi giştî 59 herzar TL mehane digirt. Dema derbasî pergala serokatiyê bûn, mehaneya Erdogan bi giştî bû 74 hezar 500 TL. Ango li gorî sala borî mehaneya Erdogan 26,2 hatiye zêdekirin. 
Tê texmînkirin ku sala 2020’î mehaneya Erdogan bi giştî bibe 81 hezar 750 TL, yê sala 2021’ê jî salane derkeve bi giştî 1 mîlyonî û mehane jî bi giştî  87 hezar 500 TL. 
Di heyama serokomarê berê Abdullah Gul de mehaneya giştî ya serokomariyê di navbera 7 û 11 ji sedî diguherî. Gul, heta serê sala 2014’an ku serokomarî dikir heta meha Tebaxê mehane bi giştî  40 hezar TL distand. 
Li hemberî vê li Tirkiyê sala dawî xizanî gelek zêde bûye û rêjeya xizantiyê bûye 1200 TL, rêjeya birçûbûnê jî bûye 370 TL. Mehaneya asgarî di rêjeya 1.603 TL de hat hiştin. Bi bilindbûna dolar re TL’yê Tirkan heliya.  Di şert û mercên rejîma Erdogan de ne pêkan e ku mirov bi mehaneya herî kêm  ya 1600 TL debara xwe bike. Li gorî TUÎK'ê nêzî 8 mîlyon kes bi mehaneya asgarî dixebitin. Lê belê ev hejmara fermî ye, hejmara rastî gelek ji vê zêdetir e.