Meha Sibatê jî zexteke giran li rojnamevanan hate kirin

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, bi raporekê eşkere kir ku meha Sibatê jî zextên giran li rojnamevanan hatine kirin.

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, rapora xwe ya li ser meha Sibatê eşkere kir.

Di raporê de hate gotin, "Em dibînin ku zextên desthilatdariyê yên li ser medyayê bi rêk û pêk zêde dibin. Her roj rojnamevan tên darizandin û ceza li gelekan tê birîn."

Di dewama raporê de hate gotin, "Nabe ku rojnamevan ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê bên darizandin û cezakirin. Em dixwazin ku hempîşeyên me tavilê bên berdan. Rojnamevanî ne sûc e."

GIRTIN, DESTGÎRKIRIN, DOZ...

Agahiyên di rapora însiyatîfê de cih digirin wiha ne:

"163 rojnamevan girtî ne
3 rojnamevan hatin destgîrkirin
Rojnamevanek hate girtin
Li 2 rojnamevanan doz hate vekirin
46 rojnamevan hatin dadgehkirin
Li rojnamevanekî 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn
8 rojnamevan hatin berdan
Rojnamevanek ji dozekê beraat kir."