Meclisên Jinan: AKP mîmarê goristina jina ye!

Meclisên Jinan: AKP mîmarê goristina jina ye!

Meclisên Jinan ên BDPê diyar kirin ku 25’ê mijdarê bi dirûşmeya ‘Em bi Berîtanan vejiyan, bi zilanan mezin bûn, dê bi Sakîneyan azad bibin’ pêşwazî dikin û  diyar kir ku di zêdetîbûna şîdeta li ser jinê de hawira şer, necezakirina kujerên jinan û gotinên zayendperest yên dewletê faktorên girîngin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew şoreşa Rojava a Jinan silav dikin û hat gotin ku di 2009’an de 109, di 2010’an de 180, di 2011’an de 121, di 2012’an de 210, di 2013’an de 192 jin hatine qetilkirin.

Meclisa Jinan a BDP’ê bi wesîleya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta Jinê ya Navnetewî daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sedsala 21’emîn veguheriye sedsala şîdeta li ser jinê. Bi taybet li ser erdnîgariya me rêveberiyên otorîter, muhafazakar, zayendperest hawira şer û pevçûnan xistine parçeyeke jiyana me. Ev rewş jî her cureyê şîdetê ligel hev û pir zêde li ser jinê dide jiyandin. Em vê rojê bi şîara ‘Em bi Berîtanan vejiyan, bi Zilanan mezin bûn û bi Sakîneyan dê azad bibin.

 DIVÊ ŞOREŞA ROJAVA BIBE ROJEVA JINAN

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku jin li her cureyên newekheviyê, şîdeta civaka baviksalarî, şîdeta nava malê, şer, nîjadperestî, netewperestî, înkar û asîmîlasyonê dê bi gotina ‘Em ji bo cîhaneke bê şîdet di serhildanê de ne’ biqîrin û wiha hate gotin: “Di 25’ê Mijdarê de her wiha dê Şoreşa jinan a Rojava be slavkirin û dê ji hêzên emperyal yên hewl didin şoreşa jinê bixetimînin re bêjin ‘bes’. Şoreşa Jinan a li Rojava vekirîna kulîlka biharê ya li Rojhilata Navîne. Ev şoreşa ku ji aliyê hêzên mêtînger ve hewl dtê dayîn bê mahkumkirin, ne tenê ji bo kurd û jinan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêviya azadî û demokrsiyê. Rêveberiyên otorîter yên ji vê şoreşê tirsiyan ketin nava hevkariyê û  li dijî gelê kurd yên Rojava û jina şer daye destpêkirin. Ji bo vê şoreşê têk bibin jin, zarok, kal, pîr bi awayekî hovanek qetilkirin. Ji ber vê jî divê Şoreşa Rojava bibe rojeva sereke ya têkoşîna jinan.

GIRTIYÊN JIN

Her wiha di 25’ê mijdarê de pêkûtiyên li ser girtiyên jin yên siyasî ên li girtîgehan pêk tên dê bên protestokirin û wiha hate gotin: “Girtiyên jin rumeta hemû jinên ku têkoşîna azadî û wekheviyê didine û em jin dê nehêlin rumeta me li girtîgehan birize.

JIN HATIN ASTA SERHILDANÊ

Meclisa jinan destnîşan ki rku di sala 2013’an de jin rastî her cureyê şîdetê hatine û ev jî ji ber ku kujer bê ceza dimînin û dewlet piştgiriyê didê zêde dibin. Daxuyaniyê wiha berdeawm kir: “îsal çiqas şîdet zêde bibû, dê dengê jinan jî evqas zêde derkeve. Li gorî daneyên wezareta dadê yên sala 2010’an şîdeta li ser jinê ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Ji sala 2010’an heta niha jî şîdet qat bi qat zêde bûye. Rojane 5 jin tên qetilkirin.  Her wiha bi dehan jî rastî tecawiz û tacizê tên. Tirkiye veguheriya goristana jinan û ev jî sedema ku jin êdî ji şîdetê re bêjin êdî bes e ye.

Em ji bo vê dibêjin qirkirina jinan. Qirkirina jinan bi awayekî sîstematîk tê meşandin.  Ne tenê şîdeta mêr, hemû saziyên dewletê rayeya kuştinê daye mêr.  Bi taybet kengî AKP gotina jin, keç bikarbîne ew wek şîdetê vedigere.  Polîtîkaya dewletê ya der barê jinan de, hêza mêr zêde dike û îtîraza jinê jî wek şîdetê lê vedigerîne.

AKP di dema desthilatdariya xwe de tu pirsgirêka jinan çareser nekiriye û mafê jiyana wan naparêze. Li şûna vê her dim pirsgirêkên jinan zêde dike û wek şîdetê lê vedigerîne.”

HER SAL BI SEDAN JIN TÊN QETILKIRIN

Necezakirina kujeran, teciwazkaran, nîşan dide ku ev hemû bi destê saziyên dewletê pêk tên. Kuştinên jina di hiqûqa cezayê de wek ‘mêr kuştinê’ derbas dibe û dema mijar dibe jin, kujer ji daxistina tahrîkê fêdeyê digirin.  Lê jin, ji ber jinbûna xwe tên qetilkirin. Pergala darazê kuştinên jinan wek ‘cînayetên namusê’, tecawizan jî wekê ‘ daxwaza wê hebû’ dibîne û van sûcan rewa dike.

Di daxuyaniyê hate gotin ku li gorî bûyerên întîkalê merciyên edlî kirine dane wihane: di 2009’an de 109, di 2010’an de 180, di 2011’an de 121, di 2012’an de 210, di 2013’an de 192 jin hatine qetilkirin.

Di dawiya daxuyaniyê hate diayr kirin ku di 25’ê mijdarê de dê jin bi hêzeke mezin dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.