Meclîsên gel dê Şaredariyan birêve bibin

Meclîsên gel dê Şaredariyan birêve bibin

Alîkarê Hevserokên BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Demîr Çelîk diyar kir ku wan ezmûnên xwe yên demên bihurî ji bo dema nû nirxandine û destnîşan kir ku Şaredariyên BDP'yî dê ji aliyê meclîsên gel ve bên rêvebirin û şaredarî jî dê bibe pêkhatiyeke van meclîsan. Çelîk got, "Siyaseta Demokratîk, wê êdî li gel hemû nêzîkatiyên qirkirinê yên dewletê, xwe weke mûxatap bide rûniştandin û çareseriyê li ser dewletê ferz bike. Sala 2014'an ji bo xwe gihandina Kurdistana Xweser, dê roleke mezin bileyze.

Alîkarê Hevserokên BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmî û Ekolojî Berprsiyar Parlamenterê Mûşê Demîr Çelîk, hilbijartinên herêmî yên nêz dibin, ji me re nirxand.

Demîr Çelîk, di çarçoveya pîvana navendîperestiya ademî û rêveberiya li cih de, rêveberiyên herêmî wê di dema pêş de li gelemperiya cîhanê hîn bêtir derkevin pêş û destnîşan kir ku li gorî vê rastiyê, ewê jî bi vîzyoneke nû li Kurdistan û Tirkiyê derkevin pêşberî hilbijêran. Çelîk da xuyakirin ku partiyên siyasî yên heyî xwe ji statuko û sîstemê xwedî dikin û wiha peyivî:

"Em dixwazin bajar ne bi tenê stargehek, qadeke parastin û xwe xwedîkirina a mirovan be, di heman demê de bibe cihên ku pêwîstiyên civakî û psîkolojîk ên mirovan werin çareserkirin. Lê di heman demê de nebe biryargeha desthilatdaran û rêxistinbûyîna civakê esas were girtin. Ji ber vê yekê, ji yên din cudatir pêwîste projeyên me yên xwedî îdîa der heqê bajar û bajarvanan de hebe. bi projeyên xwe yên der barê rewşa civakî ya bajaran de, em dikarin bi dehan salên li pêşiya xwe pêşwazî bikin."

Çelîk diyar kir ku divê bernamzet di çarçoveya xweseriya demokratîk de xwedî projeyên der barê bajaran de bin û li gorî paradîgmayên siyasî yên guncaw, dê kesên xwedî vîzyon werin hilbijartin.

'XWESERIYA DEMOKRATÎK DÊ LI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ XWE BIDE DER'

Çelîk da xuyakirin ku ewê di polîtîkayên herêmî de xweseriya demokratîk ji xwe re esas bigirin û wiha peyivî:

"Projeya me ya xweseriya demokratîk, ji bo herêm û herêman xweseriya siyasî dixwaze. Ev proje divê bi rêveberiyên herêmî were rûniştandin, xwe bigihîne civakê û malî civakê bê kirin. Bi vî rengî em dixwazin, dewleta teng û biçûk bûye, rastiya civakê ya mezin û berfireh dibe qebûl bike."

Çelîk ragihand ku di warê pêkanîna xweseriya demokratîk de ew girîngiyê didin rêveberiyên herêmî û anî ziman ku ew xweseriya îdarî-malî ya rêveberiyên herêmî diparêzin û ewê xizmetên ku dewlet nade, pêşkêş bikin.

GIRÎNGE BI PROJEYAN PIRSGIRÊK WERIN ÇARESERKIRIN

Çelîk got, "Di demeke ku şer rawestiyaye û hêviya bidawîbûna dijwariyê tê dijîn de, li hemberî nêzîkatiyên qirêj ên modernîteya kapîtalîst ên mîna xizanî, hêjarî û narkotîkê, eger siyaseta demokartîk bi projeyên berfireh re pêşî li vê rewşê negire, dê ne girîng me em şaredariyan qezenç bikin yan na. Di dema nû de Şaredarî dê xwedî projeyên bi vî rengî bin. Belê, divê em bi astegeke bilind de rêveberiyên herêmî qezenç bikin, lê belê nêzîkatiyên radîkal ên ji bo çareseriya travmayên siyasî-civakî nîşan bidin. Di vî warî de wezîfeyeke me ya dîrokî heye. Em hilbijartinên 2014'an di vî warî gelekî girîng dibînin. Êdî siyaseta demokratîk, li gel hemû nêzîkatiyên qirkirinê, xwe weke mûxatap bide rûniştandin û li ser dewletê çareseriyê ferz bike. Em bi vî rengî girîngiyê didin hilbijartinê."

'DI HILBIJARTINÊN BIHURÎ DE NÊZIKATIYÊN HESTEWARÎ DERKETIN PÊŞ'

Çelîk da xuyakirin ku 3 serdemên hilbijartinê de di warê hejmarî de wan xwe mezinkirin e, lê di warê wesfî de kêm mane û got, "Di warê wesfî de, me şaredariyên xwe yên modêl nekarî nîşan bidin. Divê rexnedayîna me ya bingehîn ev be. Di hilbijartinên bihurî de em bi hestewarî tevgeriyan. Carna daxwazên malbatî û ji eşîran derketin pêş. Yan jî kêmasiyên welê derketin holê, ku kadroyên navendî mirovên nas dikirin û nêzî xwe didîtin, diparastin û derdixistin pêş. Ev her du şaş in. Divê em dûrî têgihiştina eşîrî, mezhebî, tevbigerin û projeyên xwe li ser bingeha ezmûna bi dehan salan a têkoşîna siyasî ya gelê Kurd û nirxên gelê Kurd bicih bînin. Ne girîng e rêveber ji kîjan eşîrê ye, ya girîng ezmûna wî-wê ya rêveberiyê, temsîlkariya siyasî ye."

ŞAREDARÎ DÊ BI RÊYA MECLÎSAN JI ALIYÊ GEL VE WERIN RÊVEBIRIN'

Çelîk anî ziman, tevî ku ew tevlikariya demokratîk ji her kesî bêtir diparêzin jî, di warê bicihanîna pêdiviyên vê de, di demên bihurî de wan kêmasî jiyane û nêzîkatiyên takekesî derketine pêş. Çelîk got, "Divê em neşibin sîstema em jê aciz in" û destnîşan kir ku di dema nû de hemû Şaraderiyên BDP'yî dê ji aliyê meclîsên ji gel ve werin rêvebirin û şaredarî wê bibin pêkhateya van meclîsan:

"Meclîsên me yên bajaran, ku di sala 1999'an de hînê ne di rojevê de bûn û ji ber ku yekemcar me xistin rojevê, der heqê me de lêpirsîn hat destpêkirin, hene. Li bajêr, li gel rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên civakî yên demokratîk û dînamîkên civakê, me projeyên şaredariyan ên mehane, sê mehan, pênc salan, plansaziyên wan, butçeyên wan, deynên wan, lêçûnên wan, bi vî rengî ji gel re vekiribûn. Li bajar, gund û taxan me meclîsên ji tevgerên ked, jin û ciwanan ava kirin, lê belê ji ber ku me di navbera şaredariyan û meclîsan de nekarî têkiliyeke baş deynin holê, pirsgirêk derketin holê. Şaredarî pêkhateya vê meclîsa bajêr e, pêkhatiyeke girîng e. Lê belê nikare di ser meclîsa bajêr de têkeve nava pozîsyonekê. Divê haya pêkhateyên din ji rewşê hebe, bi gotineke din pêwîste pêkhateyên din beşdarî pêvajoya biryardayînê bibin. Bi vî rengî, di rêveberiyên herêmî yên demokratîk û azad de, her kes dê di rêvebirina butçe û rêveberiyê de, afirandina ximzetê û li her qadan bibin xwedî gotin, biryar û erkê."

Çelîk ev yek, bi vê mînakê anî ziman:

"Mînak; eger dê projeyek der heqê jinan de bê kirin; divê beriya her tiştî li meclîsa jinan butçe, pêkhatin, bername û navgînên vê butçeyê were diyarkirin û bi biryara meclîsa jinan, proje were amadekirin. Eger dê li taxekê mizgeftek bê avakirin, pirsgirêka ava vexwarinê bê çareserkirin; şêniyên taxê dê li meclîsên taxê vê nîqaş bikin û biryarê bigirin. Di plansaziya 5 salan de, dê daxwazên lezgîn ên taxa mijara gotinê li ber çavan were girtin û bi vî rengî were pêkanîn."

BILA GEL ŞAREDARIYAN KONTROL BIKE

Çelîk da xuyakirin ku gel dê şaredariyan kontrol bike û got, "Di heman demê de em dixwazin butçeya xwe ji gel re vekin. Para me ya mehane ji Bankaya Bajaran tê çiye; bacên av, hawirdor, çop, emlaqê çiye...Hatineyên me yên mehane çiye, lêçûyînên me çi ne...Kîjan proje bi kîjan maliyetê hat kirin, bi kîjan pergala îhaleyê hat kirin...Ev hemû dê hem li çapemeniya devkî û nivîskî hem jî li tabelayên ronî yên li bajêr werin nîşandan. Emê butçeyê bi temamî ji gel re vekin û têxin bin kontrola gel. Dibe ku ev pêkanîn bi xweşiya dewletê ve neçe, lê belê ji bo me weke partiyeke siyasî ya behsa azadî, wekhevî û edaletê dike, ev gelekî girîng e."

‘BDP PÊKHATEYEKE HDK'Ê YE’

Çelîk ragihand ku girîng e bi HPD'ê re ew beşdarî hilbijartinan bibin û anî ziman ku îdîayên dibêjin di vî warî de di nava partiyê de pirsgirêk heye, ne rast e. Çelîk da xuyakirin ku BDP pêkhateyeke HDK'ê ye û HDP jî weke Partiya sîwanî ya nasname û gelên li heman welatî emê bi hev re bijîn" bi nav kir. Çelîk herî dawî got, "Em girîngiyê didin 2014'an; ji bo xwe gihandina aştiyeke bi rûmet, Kurdistaneke xweser û azad, dê roleke girîng bileyze. Divê her kes û sazî bi vê hesasiyetê nêzîk bibin û têkevin nava vê hewldanê."