Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdiyên Bakûrê Kurdistanê-Ewropayê Newroz bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Di daxuyaniya pîrozkirinê de hate gotin têkoşîna 40 salî ya tevgera azadiyê hatiye qonaxeke wiha ku gelê Kurd hovîtiya DAÎŞ, AKP-MHP'ê qebûl nake û ji niha û şûn de jî wê qebûl neke.
Meclîsa Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê ya Ewropayê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku DAÎŞ, AKP-MHP herî dawî zilm û zordariya xwe li Şengalê û Efrînê nîşan daye, bêyî ku bibêje ev in, kal, zarok in, komkujiyan dike û komkujiyên DAÎŞ û dewleta Tirk ên li Şengalê, Kobanê bi bîr xist.
Meclîsa Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê dawiyê bang kir ku plan û projeyên AKP-MHP'ê werin têkbirin û jiyaneke bi aştî, biratî û demokrasiyê were avakirin.
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat jî bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir, bal kişande ser grêvên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî û berbelav bûyî û got ev berxwedana serdemê ye û dîrokî ye.
Meclîsa Şengalê di daxuyaniyê de got têkçûna pergala faşîst û desthilatdariyê wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne, bang li civaka Êzîdî kir ku 2019'an bi berxwedana dîrokî tevbigere û sala 2019'an bibe bersiva fermana 73'an, bi vê çarçoweyê bang li Êzîdiyan kir ku 23'yê Adarê tevlî meş û mîtînga Newrozê ya li Frankfûrtê bibin.