Meclîsa Tendiristiyê ya HDK'ê: Girtî mafdar in, divê tecrîd rabe
Meclîsa Tendiristiyê ya HDK'ê bal kişande ser berxwedana zindanan û got divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest were rakirin.
Meclîsa Tendiristiyê ya HDK'ê bal kişande ser berxwedana zindanan û got divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest were rakirin.
Meclîsa Tendiristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) bi daxuyhaniyeke niviskî bal kişande tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana zindanan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan halê hazir bûye sedem ku arîşe girantir bibin û pêşî li derfeta diyalog û muzakereyan bigire. Hewldanên ji bo jiyana nû ya ji bo demokrasî, aştî û azadiyê ya gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn, aştiya civakî tecfîd li ser hatiye danîn.''
HDK'ê têkilî berxwedana grêva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê jî got, ''Dewlet ji tendiristiya girtiyan berpirs e û nikare sersariyan bike. Ji tecrûbeyên berê, ji bo ku ziyanên ku pêşî lê dikare were girtin nebe û kesek jiyana xwe ji dest nede divê Wezareta Dadê guh bide daxwazên berxwedêran û zemîna diyaloga bilez ava bike. ''
Meclîsê herî dawî got, ''Daxwazên girtiyan mafdar in, divê gavên li zindanan ku rûmeta mirovahiyê binpê dikin demildest were rakirin û tecrîd bidawî bibe.''