Meclîsa Şehba: Ji bo Sûriyeyek azad û demokratîk, em piştgiriyê didin gavên leşkerî

Di daxuyaniay hevpar a Meclîsa Rûspiyên Herêma Şehba û Buroya Têkiliyên Demokratîk a Şehba a Meclîsa Rêbeberiya Herêmên Şehbayê de hate diyarkirin ku ew gavên leşerkî yên ku jinûve avakirina Sûriyeyek federal, azad gerentî dikin piştgirî dikin.

Di daxuyaniay hevpar a Meclîsa Rûspiyên Herêma Şehba û Buroya Têkiliyê Demokratîk a Şehba a Meclîsa Rêbeberiya Herêmên Şehbayê de bal kişand ser van xûsûsan: “Ev zêdetirî salekê ye pêkhateyên herêmên Şehbayê yên Kurd, Ereb û Tirkmen li ser destê çeteyên DAIŞꞌê gelek zehmetî kişandine. Bi dehan kes hat kuştin û bi hezaran kes jî koçber bûn. Li van herêman çeteyan zulma herî mezin bi serê jinan dikirin û kiryarên derveyî sînorên mirovahiyê bi serê wan dikirin.

Rizgarkirina Minbicê li ser destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSDꞌê şêniyên herêma Babê motîve kir ku xwe di nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de birêxistin bikin, hêza xwe xurt bikin û li gel hêzên QSDꞌê, herêma xwe rizgar bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de, Meclîsa herêmên Şehbayê, buroya têkîliyên diplomatîk a herêmên Şehbayê, her wiha Meclîsa rûsipiyên herêmê avakirina Meclîsa Leşkerî ya Babê li şêniyên herêma Babê pîroz kirin û dane zanîn ku ew destek didin gavên leşkerî da tevahî Sûriyeyê ji terora komên çete were rizgarkirin û welatekî azad, demokratîk û federal were avakirin.