Meclîsa Nûneran stratejiya Obama ya Sûriyeyê erê kir

Meclîsa Nûneran stratejiya Obama ya Sûriyeyê erê kir

Plana alîkariya ji bo mûxalefeta çekdar a Sûriyeyê ya weke 'nerm' tê binavkirin, ku mîna lingekî stratejiya Serokê DYA Barack Obama ya li hemberî DAIŞ'ê tê bilêvkirin, ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hat erêkirin. Ev plan divê ji aliyê Senatoyê ve jî bê erêkirin.

Sererastkirina di bin navê qanûna malî de hat pêşkêşkirin, li hemberî 156 dengên dijber bi 293 dengan hat qebûlkirin. Hem ji demokratan hem jî ji komarparêzan gelek parlamenteran dengê dijber bikar anîn. Ji sedî 40 ê demokratan li eniya "na" cih girtin. Ev tablo nîşan dide ku Kongre "di şerê li hemberî DAIŞ'ê" de bi awayekî yekgirtî li dû Serokê DYA nîne.

Piştî erêkirina Meclîsa Nûneran, divê heta dawiya vê hefteyê pêşkêşî dengdayîna Senatoyê jî bê kirin.

Plana hat erêkirin, çekeke vekirî ya ji bo alîkarî û perwerdeya komên çekdar ên Sûriyeyî ji aliyê Pentagonê nade. Rêveberiya Amerîka pêwîste her 90 rojî carekê, li ser rêveçûna planê, hejmara şervanên hatine perwerdekirin, komên Sûriyeyî yên alîkariyê digirin, bikaranîna çek û ekîpmana hatiye radestkirin de raporê pêşkêş bike. Plan, ji bo fînansekirina vê operasyonê xwedî krediyeke zêde nîne. Plan her wiha bi ti awayî destûrê nade ku leşkerên Amerîkî tevlî şer bibin.

Pêşniyara ji aliyê komarparêzan ve hat pêşkêşkirin ku ji bo rêveberiya Obama heta 11'ê Kanûnê bê pêşberî Kongreyê û stratejiya xwe ya li hemberî DAIŞ'ê aşkera bike, hat qebûlkirin. Gelek jê di wê baweriyê de ne ku eger mûxalefeta Sûriyeyê li hemberî DAIŞ'ê bi ser nekeve, Obama xwedî planeke "B" nîne û perwerdekirina şervanan jî dikare bi salan dewam bike.