Meclîsa Kedê ya HDK'ê ji bo piştgiriyê diçe Teranê

Meclîsa Kedê ya HDK'ê ji bo piştgiriyê wê biçe herêma Teran a Mereşê.

Meclîsa Kedê ya HDK'ê, ji bo piştgiriyê wê biçe herêma Teran a Mereşê.

Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî pllana avakirina kampek ji bo çeteyan li herêma Elewiyan Teran a Mereşê, daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Desthilatdariya AKP'ê ku ji 25'ê Adarê û vir ve li ser desthilatdariyê ye, ferz dike ku kampek penaberan a li gundê Teran ê Mereşê, li çêrgeha deh gundên Elewiyan çêbike. Li hemberî vê plana ku bêyî agahî û destûra gel bi cih tê anîn, gelê herêmê ji roja destpêkê ve li ber xwe dide. Di rewşeke ku rû bi rûbûn bi Komkujiya Mereş 1978'an nehatiye kirin û berpirsyar nehatine cezakirin de, ev biryarên tê wateya xerakirina demografiya herêmê, bi awayekî xwezayî rê li ber fikaran vedikin."

Di dawiya daxuyaniya Meclîsa Kedê ya HDK’ê de hat diyarkirin, ku wê roja 21’ê Gulan ji bo piştgiriya gelê herêma Teranê wê biçin herêmê.