Meclîsa Kedê ya HDK’ê: Budçeyê bidin kedkaran

Meclîsa Kedê ya HDK’ê bi slogana ‘Ne ji sermayedaran re, budçeyê bidin kedkaran’ li Kadikoyê daxuyanî da.

Meclîsa Kedê ya HDK’ê bi slogana ‘Ne ji sermayedaran re, budçeyê bidin kedkaran’ li pêşiya Operaya Sureyya a Kadikoyê hatin ba hev. Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû diyar kir ku du hevdîtinên budçeyê tê kirin û got, “Yek li eywana meclîsê yek jî di navbera patron û desthilatdariyê de budçeya feqîran tê nirxandin. Budçeya li meclîsê bûye budçeya ku wê çawa pereyan bidin patron, qesrê û sermayeya alîgirên desthilatdariyê. Ev desthilatdarî armanca wê ev e ku çend dewlemendan dewlementir bike. Ji ber vê jî li ser navê gel divê em têkoşîna budçeya ji bo gel geş bikin.”