Meclîsa Jinên Ciwan a DBP’ê hate avakirin

Meclîsa Jinên Ciwan a DBP’ê hate avakirin

Meclîsa Jinên Ciwan a DBP’ê damezarandina xwe îlan kir.

Meclîsa Jinên Ciwan a DBP’ê, li Amedê civînek pêk anî û piştî civînê damezirandina xwe îlan kir. Meclîsa Jinên Ciwan a DBP’ê bi daxuyaniyek nivîskî avakirina xwe îlan kir û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku avakirina xwe ji bo bîranîna Arîn Mîrxan ya li Kobanê çalakiya fedayî li dar xist, pêk anîne.

Meclîsa Jinên Ciwan a DBP’ê da zanîn ku di 27-28’ê Kanûnê de li gundê Amara wê bi konferansa pêk bînin avakirina xwe îlan bikin û hat gotin ku bi meclîsê re wê paradîgmayeke azadîxwaz û demokratîk pêş bixin.

Meclîsa Jinên Ciwan da zanîn ku Arîn Mîrxan rêbera rê nîşandana wan e û wê Kader Ortakaya jî di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyîn.