Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) bi armanca destpêkirina kampanya 25'ê Mijdarê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya ku doza Kobanê lê tê dîtin çalakî lidar xist.
Di çalakiya ku parlamenterên HEDEP'ê û gelek jin lê amade bûn de, Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglu axivî û sersaxî ji malbatê kesên ku di lehiya li bajarên Kurdistanê de pêk hatin, jiyana xwe ji dest dane xwest.
Halîde Turkoglu got, "Sedema hatina me ya vir ew e ku em nîşan bidin bê hevrêyên me yên jin li vê zindanê çawa dîl tên girtin û bi Doza Kobanê re bi çi rengî êrîşî têkoşîna azadiyê ya jinê dikin."
Berdevka Meclsîa Jinan wiha domand, “Tundî amûreke ku ji aliyê desthilatdariya mêr ve hatiye afirandin. Tundiya darazê jî wek rastiya vî welatî li pêş me ye. Hemû dozên ku îro li Sîncanê tên dîtin êrîşên li dijî têkoşîna azadiya jinê ne. Ji ber ku yên li vî welatî têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, yên ku ji têkoşîna wekheviyê bawer dikin û yên ku dixwazin jiyanek alternatîf ava bikin serî netewandine û dê serî netewînin jî. Daxwazên girtiyên jin ên siyasî jî daxwazên me ne. Têkoşîna azadiyê ya ku îro ew diparêzin, têkoşîna jiyanê ya me hemû jinan e."
Halîde Turkoglu, bi wesîleya 25’ê Mijdarê êrîşa dîktatoriya Trujîllo ya li dijî jinan a li Komara Domînîk û têkoşîna xwişkên Mîrabel a li dijî wî bi bîr xist û wiha got:
“Jin li çar aliyê cîhanê di şexsê Xwişkên Mîrabel de li dijî faşîzm, nîjadperestî, neteweperestî û cudakariyê têdikoşin û dadikevin qadan. Em naxwazin li gorî jinbûna maqûl a ku dewletan biryar daye bijîn. Ji ber ku hikûmet çi dike, dema êrîşî têkoşîna azadiya jinê dike, dixwaze li ser jinên îtaetkar, maqûl siyasetê bike. Mixabin ev polîtîka vediguhere şêwazeke polîtîkaya ku şîdetê yekdest dike. Tenê şêwaza rêveberiya AKP-MHP'ê ya zêdeyî 22 salan e herî zêde bandor li jiyana me jinan kiriye. Ji ber ku zayendperestî xistiye navenda hemû saziyan û destkeftiyên jinan di her warî de desteser kiriye. Yanî li aliyekê rejîma yek zilamî hat avakirin, li aliyê din jî hewl hat dayîn ku îdeolojiya serdestiya mêr bi tayînkirina qeyûman re li Kurdistanê belav bike. Dema ku em di vê çarçoveyê de binirxînin, em dibînin ku tundî bûye rejîm.”