Meclîsa Jinan a HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişên zayendîperest da

Meclîsa Jinan a HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişên zayendîperestî yên li dijî Başak Demîrtaş da û diyar kir, "Çavkaniya vê êrişê polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinan e."

Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî êrişên ku di ser medya dîjîtal re li dijî hevsera Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş tên kirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêya trolên xwe êrişên zayendîperest ên li dijî jinan didomîne û hate gotin, "Doh jî li dijî Başak Demîrtaş hevsera Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş êrişên zayendîperestî hate kirin. Ev êriş xwe dispêre polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinan."

'DESTHILATDARIYÊ EW KIR HEDEF'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em zîhniyeta ku êrişî Başak Demîrtaş dike nas dikin. Ev ziman û zîhniyet, dejenere ye, zimanê çeteyên riziyayî ye. Em zanin ku desthilatdariya heyî bi polîtîkayên xwe hemû destketiyên jinan kir hedef. Lewma ev êriş di şexsê Başak Demîrtaş de li dijî têkoşîna jinan e."

Di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên dijminatiyê li jinan dike, bibin yek û hate gotin, "Em ê bi berxwedan û piştevaniyê xwe biparêzin û bijîn."