Meclisa Jinan a HDK’ê: Têkoşîna me dê bidome
Meclisa Jinan a HDK’ê: Têkoşîna me dê bidome
Meclisa Jinan a HDK’ê: Têkoşîna me dê bidome
Meclisa Jinan a HDK’ê diyar kir ku çalakî û berxwedana jinan desthilatdariyê ditirsîne û diyar kirin ku ew ji bo jiyaneke wekhev û bê şîdet dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidin meşandin.
Meclisa Jinan a HDK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek dan. Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji 2002’an heta niha ji sedî hezar û 400 kuştinên jinan zêde bûne, her roj em tabutek radikin. Her roj 5 jin têne kuştin. Di meha cotmehê de 189 jin hatin kuştin. Jin bi destê mêr, dewletê tên kuştin.
Erdogan gotinên ku jinan hedef digire dibêje. Her roj serokwezîr diaxive, rojê jin tên kuştin, rastî tecawizê tên.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gotinên desthilatdariyê şîdeta li ser jinê normal dike. Li dadgehê burjuva, kujerên jinan bê ceza tên hiştin û di dozên tecawizê de dibêjin ‘daxwaza mexdurê heye’ û sûcdaran berdidin. Her wiha ruyê din yê giran yê şîdeta li ser jinan jî cînayetên jinên transin. Bi hicneta ahlaqê tên kuştin jî ji jiyanê tên îzolekirin. Der barê van kuştinan de tu tiştek nayê kirin.
Wezareta Ewlehiya Civakî û Malbatî ne jinê, malbatê diparêze. Biryara welidînê ji derveyê jinê tê girtin û her wiha lênerîna zarokan de jî berpiryarî bo wê tenê tê dayîn. Ev pêvajo jî jinê ji qada kar dur dixe û newekhevî dikeve navbera jin û mêr.
Bi pakêta îstîhdamê ya jina ku hikûmetê derxistiye jî hewl dê tayîn ku jinê bikin hêza kar a erzan. Berxwedana Geziyê ji sedî 50 ji jinan pêk dihat. Berxwedana jinan bûye tirsa herî mezin a AKP’ê.
Bi wesîleya 25’ê mijdarê em careke din diyar dikin ku dê li dijî şîdeta li dijî jinê têkoşîna xwe bilind bikin.”