Meclîsa Îştar a Mexmûr êrîş û qetlîamên li Rojava şermezar kir
Meclîsa Îştar a Mexmûr êrîş û qetlîamên li Rojava şermezar kir
Meclîsa Îştar a Mexmûr êrîş û qetlîamên li Rojava şermezar kir
Meclîsa Îştar a Jinan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem êrîş û qetlîamên li dijî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got ku ew wek jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem li pey doz û şoreşa gelê xwe ne.
Meclîsa Îştar a Jinan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş û qetlîamên li dijî gelê Gelê Kurd ên ji aliyê komên çete yên girêdayî El Nursa bi tundî şermezar kir û banga hişyariyê di serî li jinên Kurd li tevayî gelê Kurd kir.
Meclîsa Îştar di daxuyaniya xwe de ku di serî de balê dikişîne ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin van xusûsan dide xuyakirin: “Ev pêvajo bi şandina nameyan Rêbertî ya ku destpêkê di Newroza Amedê de hat xwendin destpê kir. Di vê nameyê de Rêbertî pêvajoyek nû ya ku ji sê merheleyan pêk tê da despêkirin û di heman demê de raberî raya giştî kir. Her wiha di naveroka vê nameyê de Rêbertî bangawazi ji bo tevayî gelên cîhanê dike û bi taybetî ji bo gelê Kurd dike ku ji zarokek 7 salî heta kalekî 70 salî bi dil û can tevlî vê pêvajoyê bibin.”
Di vê mijarê tê gotin ku dewleta Tirk tu gav neavêtina û dewleta Tirk û hêzên navneteweyî di polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan de tu guhertin çênekirine û wiha berdewam dike: “Tirkiye ji aliyekî ve dibêje, wê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û hevdîtinan bi Serokati re pêk tîne, dîsa hevdîtinan bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslim re pêk tîne. Lê di aliyekî din de jî bi planên veşartî ji bo tunekirina gelê Kurd ê Rojava tevdigere. Hevditîn û planên pişt perdeyan bi komên çete yên girêdayî El-Qaîdeyê re ji bo tunekirina Kurdan pêk tîne.”
ARMANCA ÊRÎŞAN ŞOREŞA ROJAVA YE
Têkildarî armanca êrîş û qetlîamên li dijî gelê Kurd wiha tê gotin, “Bi salvegera Şoreşa Rojava re êrîş û qetlîamên hovane yên li hemberî destketiyên Kurdan didin diyarkirin ku konsepteke nû ya qirêj bi destên hêzên navneteweyî tê pêşxistin. Herî dawî bi sedan însanên me li Rojava hatin qetilkirin û bi sedan kes hatin revandin, bi nêzîkatiyên hovane re rû bi rû man. Ev hewldanên qirêj û bi talûke fetisandin û têkbirina Şoreşa Rojava dike armanc.”
BANGA JI BO VEKIRINA DERIYÊ SÎNOR
Meclîsa Îştar banga vekirina deriyê Sînor ê Sêmalka ji hukûmeta Başûrê Kurdistanê dike û wiha tê gotin: “Di merheleyeke wisa de ku xebatên Kongreya Neteweyî tên meşandin, hemû tevger rêxistin û saziyên sivîl ên civakî di hemû parçeyên Kurdistanê ji bo berxwedana meşrû û mafdar ên Rojava pêwîst e bibin seferber û pişgiriyê bidin. Ji bo wê jî divê rêveberiya herêmê bi lezgîn deriyê sînor veke û nebe hevkarê vê şermê. Di rewşeke wisa de ku gelê me yê Rojava dibin siya qetlîamê de li ber xwe dide, lê bi israr venekirina van deriyan tê çi wateyê îzaheke vê nabe.”
Daxuyaniya Meclîsa Îştar a Jinan bi van sererêzan dom dike:
“Di vê meha pîroz a Remezanê de yên ku xwe di bin navê El- Qaîde de wek Misliman nîşan didin bi tu awayî cihê wan pêkutiyên li dijî zarok, jin û kalan dikin di Îslamiyetê de nîne.
Hêzên çete bi maskeya Îslamê li dijî demokratîkbûna gelê me yê Rojava û berxwedana wan ya pîroz bi awayekî namerdî, bêexlaqî û bi kiryarên qirêj êrîş dikin. Li hemberî vê rewşa xerab jî gelê cîhanê bêdeng dimîne her wiha di Rojhilata Navîn de jî hukûmeta herêmê çavên xwe ji vê bêdengiyê re digire û dibe hevkar. Bi girtina Deriyê Sêmalkan re hevkariya xwe bi awayekî zelal dide diyarkirin, ji aliyê din ve jî qala yekîtiya neteweyî dike. Gelo ev tê çi wateyê?
JINÊN KURD SERÎ NATEWÎNE
Wek raya giştî jî dizane îro bi milyonan Kurd li ser piyan e ji bo serxwebûn û Azadiya xwe. Lê tu caran hêzên serdest hebûna gelê Kurd hezm nekirine û her tim Kurdekî mirî û kole xwestine, ji bo vê pêk bînin jî tişta ji destê wan tê dikin, mînaka herî berbiçav jî Rojavayê Kurdistanê ye. Em ji weke Jinên Wargeha Şehîd Rûstem bi gelê Rojavayê Kurdistanê re bimeşin. Li hemberî qetlîam û êrîşên li dijî gelê Rojava em nerazîbûna xwe didin diyarkirin, lanet dikin û em dibêjin hûn ne bi tenê ne. Li pey we bi milyonan Kurd hene. Jinên Kurd wê tu caran serê xwe nizm neke li hemberî bêmafî û êrîşên qirêj li ber xwe daye û wê li ber xwe jî bide.”