Meclisa Gel a Helebê piştgirî da YPG'ê
Meclisa Gel a Helebê piştgirî da YPG'ê
Meclisa Gel a Helebê piştgirî da YPG'ê
Meclisa Gel a Helebê diyar kir ku, YPG'ê hêza parastina gelê herêmê bi hemû pêkhatiyên wê ye. Bang li hemû gelê herêmê kir da ku piştgiriyê bidin YPG'ê û ji rejimê xwest ku di zûtirîn dem de ji Eşrefiyê derkeve.
Meclisa Gel a Helebê di derbarê pevçûnên li taxa Eşrefiyê ku di navbera YPG'ê û artêşa rejîma Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Meclisa Gel a Helebê da zanîn ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza parastina gelê Rojavayê Kurdistanê û Sûryeyê ye. Meclisa Gel a Helebê bang li gelê Helebê bi hemû pêkhatiyên wê kir ku, piştgiriya YPG'ê ku hemû pêkhatiyên herêmê diparêze bikin û bang li partiyên siyasî kir ku bêdengiya xwe bidawî bikin.
Meclisa Gel a Helebê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, rejîma Sûriyeyê komkujiyek li dijî gelê sivîl li taxa Eşrefiyê pêkanî, di encamê de 23'ê welatiyên sivîl jiyana xwe ji destdan, niha jî hêzên rejîmê bi çekên giran opersyon li dijî taxa aram daye destpê kirin, her wiha Meclisa Gel ya Helebê bang li hemû welatiyan kir da ku li himber êrîşên li ser gelê sivîl dengê xwe bilind bikin.
Di dawiya daxuyanya xwe de Meclisa Gel a Helebê da zanîn ku ''ji beriya 6 mehan ve pevçûnên dijwar li Helebê rû dane, di encama pevçûnan de bajar rastî wêranî û xirabkirinê hat, herêmên kurdan herêmên aramin û bi hezaran kes koçberî herêmên kurdan bûn. Em ji rejîma Bass dixwazin ku di zûtirîn dem de hêzên xwe ji herêmên me vekişîne, bihêle gelê herêmê yê sivîl bi aramiyê şabibe, ji ber rêbaza herî dirust ji bo çareseriyê hevdîtine''.