Meclisa Gel a Brîtanday 7’emîn kongreya xwe pêk anî
Meclisa Gel a Brîtanday 7’emîn kongreya xwe pêk anî
Meclisa Gel a Brîtanday 7’emîn kongreya xwe pêk anî
Meclisa gel a Brîtanya 7’emîn kongreya xwe pêk anî. Meclisa Gel a Brîtanya kongreya xwe li London navenda Civaka Kurd a li Harrîngey pêk anî.
Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û ji bo dîwana kongreyê siyasetmedarên kurd Diyar Selçûk, hevseroka Malagel Ayşe Akdogan û Mahmut Erden hat hilbijaratin.
Di kongreyê de geşedanên siyasî hatin nirxandin û balkişandin ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirinê. Rapora salane ya Meclisa Gel a Brîtantanya hat xwendin û nirxandin. Piştî rapor hat erêkirin şûnde, peyama Komeleya Çanda Karkerên Penaber (GÎK-DER) hat xwendin.
Piştre peyama serokê Navenda Şêwirmendiya Kurd Tirk Ahmet Sezgîn hat xwendin. Sezgîn kongre slav kir û diyar kir ku tevgera şoreşa Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de tiştê dikeve ser milê wan bike. Her wiha bo xebatkarên meclisa nû jî serkeftin hat xwestin.
Xebatên salekê jî hatin nirxndin û rexne û xwerexnedayîn hatinkirin. Piştre derbasî hilbijartinê bûn. Ji bo hevserokatiya meclisê Arzu Peşmen û Ercan Akbal hat hilbijartin. Her wiha Heyva Sor stand bo alîkariyê vekir û ÎCAD jî bo endamtiyê stand vekir.