Meclisa Ciwanên HDK'ê: Em dizanin kujer kî ne

Meclisa Ciwanên HDK'ê: Em dizanin kujer kî ne

Meclisa Ciwanên HDK'ê ya Stenbolê, bi minasebeta salvegera qetilkirina Ugur Kaymaz ê 12 salî daxuyanî dan. Meclisa Ciwanan diyar kir ku ew dizanin kujerê Ugur kaymaz kî ne.
Meclisa Ciwanên HDK'ê ya Stenbolê, bi minasebeta salvegera qetilkirina Ugur Kaymaz ê 12 salî, li kolana Misê ya Beyoglu ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Komê di çalakiyê de pankarta "Em dê hesapê 12 saliyê 13 guleyan bipirsin" vekir. Dîsa dowîzên "Ji Roboskiyê heta Sêwasê qatilê zarokan TC", "Ka zarokên salên 1915'an" bilind kirin. Li ser navê komê Endamê Meclisa Ciwanan a HDK'ê ya Stenbolê Alican Elagoz, daxuyanî da û diyar kir ku di ser kuştina Ugur Kaymaz re 9 sal derbas dibin û hêj kujer nehatine darizandin û cezakirin. Elagoz, anî ziman ku Ugur Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan li Navçeya Qoserê hat qetilkirin û we dizanin ku kesên li herêmê bi hezaran welatî kuştine û revandine Ugur û babê xwe Ahmet jî ji aliyê wan ve hatiye kuştin û kujeran nas dikin. 

Komê piştî çalakiyê 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn.