Meclisa Ciwanan a Îzmîrê avabûna xwe îlan kir

Meclisa Ciwanan a Îzmîrê avabûna xwe îlan kir

Meclisa Ciwanan a BDP’ê ya Îzmîrê avabûna xwe îlan kir. Endamê Meclisa Ciwanan a BDP’ê Asîl Bendler di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Bê guman hêza guherîn, pêşeng û dînamîk ya civakê ciwanin.”

Meclisa ciwanan a Îzmîrê li BDP’a Îzmîrê daxuyaniyek da û avabûna xwe îlan kir. Parlamentera BDP’ê Emîne Ayna, serokê BDP’ê ya Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu, endamên meclisa ciwanan a BDP’ê tevli daxuyaniyê bûn.

Asîl Benler daxuyanî xwend û got: “Bê guman hêza pêşeng û dînamîk ya vê civakê ciwanin. Ger ciwanên vê civakê berê xwe dabin rastiyê dê pêşeroja vê civakê jî wisa rast bê înşakirin.

Benler wiha got: “Em ciwanên Meclisa BDP’ê û Ciwanên kurd pêkanînên asîmîlasyon, fuhuş û tiryakê li ber çavan dît û me xwe em ahlaq û polîtîkayên nirxên netewî û çandî derxin pêş. Ji bo vê me meclisa xwe ava kir.”

AYNA: LI ÎZMÎRÊ PÊWISTÎ BI RÊXISTINEK WISA HEYE

Parlamenter Emîne Ayna jî got di serî li de Îzmîr û Stenbol û metropolên Tirkiyeyê koçberî girtiye û got vê yekê jî di warê siyasî û civakî de pirsgirêkên mezin derxistine. Ayna got ji ber vê yekê ji bo jin û ciwanan rêxistibûn pêwiste û divê demildest bên destpêkirin û îro ev hewcedarî pêk tê.