Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ji bo pêvajoya veguherîna demokratîk bang dikin

Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê got, "Em hemû ciwanan vedixwînin pêvajoya veguherîna demokratîk a ku me daye destpêkirin. Em ê siyaseta siberojê ava bikin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveber a Meclisa Ciwanên HDP'ê de hate gotin, "Tirkiye di dîroka xwe ya siyasî de di nava şert û mercên herî newekhev û neheq de hilbijartin di dorhêlek zextê de pêk anî. Di vê serdema ku her cure zext û hîle berdewam kir de gelên Tirkiye û Kurdistanê ji bo parastina vîna xwe ya demokratîk têdikoşin. Gelên Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî jî ciwanan bi tevlîbûneke xurt vîna xwe li ser sindoqan nîşan dan. Ciwanan di vê pêvajoyê de li dijî ferzkirina polîtîkayên bênefeshiştinê û bêsiberojiyê, hem li kolanan û hem jî di hilbijartinan de bi xurtî daxwaza guhertinê daniye pêşiya xwe.”

'EM Ê SIBEROJÊ AVA BIKIN'

Di daxuyaniyê de ev hatin diyarkirin:

"Partiya me HDP’ê ku partiya jin û ciwanan e, ji ber encama hilbijartinê di ferqa qelsî û kêmasiyên xwe de ye. Em dibînin ku di bersivdayîna bendewarî û pêdiviyên gelê xwe yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk de kêm dimînin. Weke ferzeke van tespîtan, partiya me di mijara ji nû ve avakirinê de pêvajoya kongreyê da destpêkirin. Di pêvajoya kongreyê de hem ji bo hesabpirsîna ji dema bihurî hem jî ji bo xwe ji têkoşîna dema nû re amade kirin, em ê xebatên berfireh bimeşînin û em ê bi hemû beşên civakê, bi taybetî jî bi ciwanan re li tevahiya Tirkiyeyê li hev bicivin. Di van xebatan de em ê pêvajoya rexne û rexnedayîna radîkal pêk bînin, kêmahiyên xwe tesbît bikin û bi awayek bihêz avakirina siyaseta paşerojê bidomînin.

Li gorî kevneşopiya me encamên hilbijartinê ne dawî ye, ji bo mezinkirina têkoşînê her dem destpêkek nû ye. Ji bo me hilbijartin tenê gihanek têkoşîna me pêk tîne û nebza siyasetê li kolanan, li kargehan, li qadan, ango li her qada ku em lê ne lê dixe. Di vê çarçoveyê de em weke Meclîsên Ciwanên HDP’ê radigihînin ku em ê di serdema nû de bi berpirsyariya ku ji dîrokê girtiye rola xwe bilîzin û li gorî hêviyên gelê xwe yê welatparêz em ê bi xurtî tevlî pêvajoya ji nû ve avakirinê bibin.

Ji bo pêvajoya ji nû ve avakirinê ya partiya me bi xurtî were meşandin û têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê derbasî qonaxa din were kirin, weke Meclîsa Ciwanan em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî vê pêvajoyê bibin û guhertina demokratîk misoger bikin."