Meclisa Aştiyê: Ji bo pêvajoyê pêdivî bi bingeha hiqûqî û zagonî heye

Meclisa Aştiyê: Ji bo pêvajoyê pêdivî bi bingeha hiqûqî û zagonî heye

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) civina xwe pêk anî û geşedanên di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û rojevê de nirxandin. Hîndekarê Zanîngeha Bahçeşehirê Cengiz Aktar, xwest mînakên cîhanê li ber çavan bên girtin û di bin ewlehiya zagonan de bi şahidiya komîsyonan ev pêvajo bê maşandin. Dekanê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. Turgut Tarhanli jî diyar kir ku, ji bo bawerî pêkbê, divê herdu alî bi biryar û wekhev tev bigerin.

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM), li salona Otela Cezayirê di derbarê geşedanên li Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hîndekarê Zanîngeha Bahçeşehirê Cengiz Aktar, Dekanê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. Turgut Tarhanli, rojnameger Necmiye Alpay, Ruşen Çakir, Aydin Engin, Berdevkê Demê yê TBM'ê Hakan Tahmaz, Endamê TBM'ê Prof. Dr. Gençay Gursoy û gelek kesên din amade bûn.

‘DIVÊ HIKÛMET JI ZIMANÊ XWE YÊ MEZINAHÎ-QURETÎ BERDE’

Di axaftina vekirinê de Hakan Tahmaz axivî û wiha got: "Tirkiye di pêvajoyek kritik re derbaz dibe. Agahiyên ku di rojên pêş de PKK hêza xwe ya Tirkiyeyê bikişîne dervê sînor hene. Tirkiye firsendek dîrokî bi dest xistiye. Pêvajo erênî û bi lez pêş dikeve. Lê di vê pêvajoyê de lazime ku hikûmet dest ji zimanê xwe yê mezinantî û quretiyê berde. Ev zimanê hikûmetê zorê li pêvajoyê dike. Ji bo aştiyek mayinde û çareseriyek bi kok bê avakirin divê hemû beşên civakê û saziyên demokratîk tevlî vê pêvajoyê bibin. Hêj CHP li hemberî pêvajoyê bêdenge. Divê hemû hêzên civakî tevlî vê pêvajoyê bibin. Divê CHP helwesta xwe ya aştî û çareseriyê diyar bike. Divê hikûmet dest ji çemk û polîtikayên ewlehiyê berde. Divê xalên TMK'ê û ewlehiyê yên makeqanûnê bên guhertin. Divê bi lezgîn sîstema cerdevaniyê bi dawî bibe."

‘DIVÊ DI PAŞVEKIŞANDINÊ DE HOVÎTÎ PÊK NEYÊ’

Ayşe Karabaş ku di pêvajoya paşvekişandina 1999'an de hat girtin û 6 salan girtî ma jî axivî û wiha got: "Divê pêvajoyên berê neyên dubarekirin. Di pêvajoya berê ya paşvekişandinê de PKK'ê niqaşên mezin kirin. Lê piştî Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî bang kir û şûnde hatin înkarkirin. Wê demê di paşvekişandinê de gelek operasyon pêk hatin. Koma ku ez di nav de bûm di paşvekişadinê de rastî êrîşê hat û pevçûn derket. Di pevçûnê de 14 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Wê demê pêkanînên hovane li cenazeyên hevalên me hatin kirin. Hovîtiyek wisa şerekî wisa nehatiye dîtin. Leşker û cerdevanan bi kontarên çekên xwe li cenazeyên hevalên me dixistin. Dema ez hatim girtin jî gotin an tu dê biaxivî an jî em dê te radestî cerdevanan bikin. Felsefeya Rêberê PKK'ê Ocalan felsefeya aştiyêye. Bi salane em vê yekê tînin ziman. Lê hikûmet her tim di tundî înkar û îmhayê de israr dike. Ji bo ku bawerî pêş bikeve divê hikûmet gavên şênber û baweriyê dide bide."

‘DIVÊ PÊVAJO LI SER BINGEHA HIQÛQÎ PÊŞ BIKEVE'

Cengiz Aktar jî xwest mînakên cîhanê yên di derbarê pêvajoyê de li ber çavan bên girtin û pêvajo li ser hiqûqa navneteweyî pêş bikeve. Aktar xwest her tişt di bin ewlehiya zagonan de pêş bikeve û wiha got: "Ji bo mîlîtanên PKK'ê derkeve dervê sînor divê bingehê hiqûqî û zagonî bên avakirin. Divê bihgeha hiqûqî û zagonî bê avakirin. Divê meclis xebatê vê yekê bimeşîne. Yekem car gerilla ji Tirkiyeyê venakişe. Gelek mînak û encamê vê yekê hene. Divê pêvajo li ser bingehê hiqûq û zagonan têkeve meriyetê."

‘DIVÊ ALÎ BI BIRYAR Û ÎSTÎKRAR BIN’

Prof. Dr. Turgut Tarhanli jî anî ziman ku, divê her du alî baweriyê bidin hev û bi sekn û pêkanîn xwe bi biryar û îstîkrar bin. Tarhanli da zanîn ku, avakirina aştiyê ne tenê bêdengiya çekane û wiha axivî: "Divê baweriya li hemberî hev bê xurtkirin. Divê 2 alî bi biryar û îstikrar bin. Di rojên borî de ji ber Wekîlê Şaredarê Wêranşarê li ser konteynirên çopê bi kurdî "Şaredariya Wêranşarê nivîsand hat girtin. Ev baweriyê dişkîne. Ji bo vê yekê divê bingehê zagonî bê amadekirin."