‘Meclîs ji bo kûrkirina şer hewl dide’

‘Meclîs ji bo kûrkirina şer hewl dide’

Têkildarî Tezkereya Serokwezîrtiyê ya operasyonên derveyî welat ên li hember Başûrê Kurdistanê ku li Meclîsa Tirk tê nîqaşkirin, li ser navê Koma BDP’ê Parlamenterê Wanê Nazmî Gur ku mafê axaftinê wergirt, bi bîranîna Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê li Girê Spî jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir. Gur li ser navê koma BDP’ê sersaxî ji Muslim re xwest û wiha got,  "Li Rojava kurê Salih Muslim şehîd ketiye, jiyana xwe ji dest daye. Weke gelek wendahiyên gelê me rûmeta vî gelî ye. Şehadeta  wî ji bo tevayî kurdan peyameke watedar e. Rojava, stûna piştê ya şoreşa kurd e hem jî rûmeta gelê Kurd e.”  

‘HELWESTA HIKUMETÊ GUMANAN ÇÊDIKE’

Gur diyar kir ku, Meclîsa Tirk bi amadekaiyên şer dest bi kar kiriye û wiha axivî,  "Di rojên ku pêwîst e ji bo aştiyê gav bên avêtin de Meclîs di hewldana kûrkirina şer de ye. Hikumeta ku nêrîna xwe ya tedbîr û ewlehiyê terk nake destpêkê li hember Sûriyeyê paşê li hember Başûrê Kurdistanê şer anî rojevê.  Bi salan bêhêjmar  tezkere ketin meriyetê; çi encam hatin girtin? Çi pirsgirêk çareser kir? Li şûna ku muzakere werin kûrkirin û li çareseriya demokratîk mirov bigere, tezkere ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Helwesta hikumetê gumanan çêdike, li hember  jidilbûna wê pirs dikevin serê mirov.”

Gur bi bîr xist ku, hikumet dibêje egerên hiqûqa navneteweyî bi cih aniye û wiha got, "Tevgereke ku şer rawestandiye û muzakere qebûl kirine ku heye, hikumetê egerên kîjan hiqûqî bi cih aniye? Di huqûqa navneteweyî de bersiva vê şer e. Pêkanîna tezkereyê ji ber ku mafê welatên cîran binpê dike jî wê rê li ber krîza navneteweyî veke.”

'RONDIKÊN CHP'Ê JI BO ROBOSKÎ BARANDIN SEXTE NE'

Parlamenterê BDP’ê Gur ji bo CHP piştgiriya tezkereyê dike rexneyên xwe anîn ziman û ev tişt ji CHP’ê re got; "Çima hûn çûn heta Iraqê? Çima hûn bi Malîkî re rûniştin? CHP’ya ku duh ji tezkereya Sûriyeyê re got, ‘Na’, îro dema mijar dibe Başûrê Kurdistanê ku dibêje, ‘Erê’ bawerî nade kesî...   Rondikên ku we ji bo Roboskî barandin sexte ne, bê wate ne.”

Gur ku got tezkere  di aliyê aborî de jî zerarê dide xizanan axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir,  "Wê ev tezkere êşên Roboskiyeke nû bîne. Gelê Kurd natirse, dest ji têkoşîna xwe bernade. Wê gelê Kurd jiyana xwe ya alternatîf ava bike. Pozîsyona siyasî ya gelê Kurd bi dest xistiye dide nîşandan ku, li Rojhilata Navîn hêzeke girîng in. Wezîfeta Meclîsê pêkanîna aştiyê ye. Em ê dengên red bidin.”