'Me Qirkirina Dêrsim 38 ji bîr nekir em ê nedin ji bîrkirin'

Saziyên Dêrsimî yên li Ewropayê, ji ber 78. salvegea Qirkirina Dêrsim 1937-38 û 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan li bajarê Elmanya Kolnê meş û mîtîngek organîze kirin.

Saziyên Dêrsimî yên li Ewropayê, ji ber 78. salvegea Qirkirina Dêrsim 1937-38 û 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan li bajarê Elmanya Kolnê meş û mîtîngek organîze kirin.

Meşa ji aliyê FEDA, ADEF, Komeleya Ji nû ve Avakirina Dêrsimê, Komeleya Kûrmeşiyan, Komeleya Dijberên Qirkirina Dêrsimê 38 ve hat organîzekirin, bi beşdariya hezar kesî li Meydana Ebertplatzê destpê kir û li ber Dêra Domê ya dîrokî bi dawî bû.

Dêrsimiyên ku bi pankarta bi nivîsa "Me Qirkirina Dêrsim 38 ji bîr nekir em ê nedin ji bîrkirin" a ji gelek zimanan hat nivîsandin meşiyan, dowîzên bi nivîsa "Em hemû Dêrsimî ne" û "Qirkirina Dêrsimê ji bîr neke" hilgirtin, bi qîrîna dirûşmeyan qirkirinên li hemberî gelên Dêrsim û Ermenî hatin kirin, şermezar kirin.

Li qada mîtîngê nûnerê FEDA rojnamevan-nivîskar Erdogan Yalgin, Serokê Federasyona Yekîtiyên Dêrsimê ya Demokratîk li Ewropayê Mûharrem Erdogan û Seroka Herêma NRW a Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê Fûnda Ozturk axivîn.

'LI PÊŞBERÎ DÎROKÊ WÊ HESAP BIDIN'

Ozturk ku destpêkê mafê axaftinê girt got, "Di 4'ê Gulana 1937'an de ji Desteya Wezıran a Meclîsê di bin navê 'Biryarên Dûrxistinê ya Dêrsimê' biryarnameyeke taybet hat derxistin û di heman rojê de Dêrsim hat bombekirin. Bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin! Di operasyonên leşkerî yên 2 salan dewam kirin de zarok, jin, mêr bi deh hezaran Dêrsimî hatin qetilkirin û ewqas jî hatin sirgûnkirin. Em weke neviyên Seyîd Riza, em ê ti carî yên ev qirkirin li gelê me kirine ji bîr nekin û li pêşberî dîrokê wê rojekê hesap bidin."

Mûharrem Erdogan jî bal kişand ser lîstikên li ser Dêrsimê tên lîstin û got, "Yên Dêrsim şewitandin û xerakirin, îro jî li ser Dêrsimê hin hesaban dikin. Di serî de hikûmeta AKP'ê yên dixwazin ji Dêrsimê dengan werbigirin, di ser Kiliçdaroglû re êrîşî Dêrsimê dikin."

Nûnerê FEDA Yalgin jî da zanîn ku biryara Desteya Wezîran a 4'ê Gulana 1937'an fermana Qirkirina Dêrsimê ye û got, "Rûpela vê qanûnê, rûpela herî qirêj a dîroka mirovahiyê ye. Desteya Wezîran a ev biryar girt, kadroyên damezrîner ên Partiya Gel a Komarger (CHP) ye. Ev qirkirin yekemîn qirkirina sedsala 20'an a li Kurdên Elewî hatiye kirine.

Yalgin got, "Mûstafa Kemal versiyonê duyemîn ê Yavûz Selîm û Tayyîp Erdogan jî versiyonê sêyemîn e û ev xal destnîşan kir: "Ev ji qewmê Yavûz in. Yavûz neviyê Yezîd e! Van ji bîr nekin."

Gelek saziyên demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyî jî destek dan meş û mîtîngê.

...