Mazlum Akay li cihê ku hat kuştin, hat bibîranîn
Mazlum Akay li cihê ku hat kuştin, hat bibîranîn
Mazlum Akay li cihê ku hat kuştin, hat bibîranîn
Mazlum Akayê 11 salî ku di çalakiya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li EdenÊ pêk hat de bi bombeya gazê ya polîsan avêt jiyana xwe ji dest da bi yekemîn salvegera wî hat bibîranîn.
ÎHD’a Edenê Mazlum Akay li cihê ku bombeya gazê lê ket bernameya bibîranînê pêk anî. Ligel gelek welatiyan, bavê Mazlum Akay, Mustafa Akay û xizmên wî, nûnerên ÎHD, BDP’ê tevli bûn. Girseyê bê navber dirûşmeya ‘şehîd namirin berz kir.
Endamê ÎHD MYK’ê Tugay Bek daxuyanî da û da zanîn ku li gorî vegotinê şêniyên taxê û esnfan polîsan raste rast bombeya gazê pêk aniye û mirina Mazlum ji fîşeka gazê qewimiye. Lê bi hinceta ji vê neqewimiya der barê polîsan de lêpirsîn nehat destpêkirin.Bek da zanîn ku hewl tê dayîn serê bûyerê bigirin û mirina Mazlum bi awayekî aşkera binpêkirina mafan e.
Bek da zanîn ku divê kujerên Akay bê dîtin.
Çalakî bi dirûşmeya ‘şehîd namire’ hat bi dawî kirin.