Margaret Thatcher di 87 saliya xwe jiyana xwe ji dest da
Margaret Thatcher di 87 saliya xwe jiyana xwe ji dest da
Margaret Thatcher di 87 saliya xwe jiyana xwe ji dest da
Serokwezîra berê ya Îngîlîstanê Margaret Thatcher di 87 saliya xwe de mir. Hat hînbûn ku vê sibê felc bûye û piştre jî jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkê malbata Thatcher, Lord Tîm Bell daxuyaniyek da û got: “Zarokên Thatcher, Mark û Carol Thacher diyar kirin ku, vê sibê dayîka wan di nava huzureke mezin de çûye ser dilovaniya xwe.”
Margeret Thacher yekemîn û yekane serokwezîra Îngîlîstanê bû û li ser hev 3 caran hilbijartin qezenc kir. Margaret Thatcher 10 sal berê jî çend caran felc derbaz kiribû.
Her wiha Thatcher bi salane pirsgirêkên giran yên hiş dijî û dernediket nava civakê. Êdî demên dawî de jî êdî tu kes nas nedikir. Jiyana serokwezîra berê di 2011’an de di fîlmê bi navê ‘Leydiya hesin’ hate vegotin.
Yekemîn Serokwezîra welatê Ewropayê yê rojava bû. 11 salan desthilatiya xwe parast. Di nava siyasetmedarên Îngîlîstanê de ya herî zêde dihat hezkiribûn bû. Her wiha yên ku jê hez nedikir jî gelek zêde bûn.