Manûkyan: Em li her qadê li dijî faşîzmê şer bikin
Şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Cevahîr Manûkyan bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir, ku li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê û AKP/Qesr a faşîst li her qadê şer bikin.
Şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Cevahîr Manûkyan bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir, ku li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê û AKP/Qesr a faşîst li her qadê şer bikin.
Şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Cevahîr Manûkyan bi wesîleya meha şehîdan ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ji aliyê berxwedana şoreşgerî û şehîdên hatine dayîn ve meha Gulanê ji bo tevgerên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê meha herî manewî ye.
Manûkyan da xuyakirin, ku di nava meha Gulanê de tevgerên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê berxwedanên mezin nîşan dane û diyar kir, tovên berxwedan, biryardarî û cesaretê yên di vê mehê de hatin çandin, ji aliyê gelan ve hatin mezinkirin.
Manûkyan da zanîn, ku meha Gulanê di heman demê de meke ku agirê Çaran li zîndanê hat geş kirin û li her derê hat belavkirin e.
Cevahîr Manûkyan bibîr xist, ku di zîndanên dîktatoriya leşkerî ya 80'yî de, piştî her tawîzê zext û zilmeneke mezintir hatiye kirin û destnîşan kir, ku Çaran bi çalakiya xwe ya agir berdan bedena xwe, ji bo şoreşger û gelên bindest çalakiyeke stratejîk bû.
Şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Manûkyan da xuyakirin, ku Çaran bi çalakiya xwe ya stratejîk nîşan dan, bi ti awayî bi rêveberiyên awarte, bi dîktatoriyên faşîst re bazarî nayê kirin, di nava her şert û mercî de nabe ku şoreşger tawîzê bidin û divê teslîmiyet û xiyanetê bi her awayî red bikin.
Cevahîr Manûkyan da zanîn, ku tawîz an jî hewldaneke biçûk a rewa nîşandana AKP/Qesrê û DAIŞ'ê, wê ji bo bindestan û çîna karker a li Kurdistan û Tirkiyeyê bibe felaketek û anî ziman, ku weke Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî wan tovên xwe yên destpêkê di 25'ê Gulana par de li nava axê reşandine.
Manûkyan da xuyakirin, ku Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî par li Til Xenzîrê bûye yek ji nemirên Gulanê û destnîşan kir, ku ji bo dilsoziya bi nemirên meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê, di mijara parastin û dewamkirina mîrate û nirxên şehîdên meha Gulanê de xwe bi biryar in.
Cevahîr Manûkyan, di nava vê pêvajoya ji polîtîkayên qetlîamker ên AKP/Qesrê û faşîzma DAIŞ'ê de bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li mîrateya berxwedana şoreşgerî û a zanîn, divê têkoşîn bê mezinkirin û şer bi rengekî bîrdozî û pratîkî li her qadê bê meşandin.
Manûkyan diyar kir, ew li ser vê bingehê hewl didin têkoşîna li dijî çeteyên AKP/Qesr û DAIŞ'ê mezintir bikin û bang li çîna karker û hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku li dijî AKP/Qesr a faşîst û zîhniyeta DAIŞ'ê li her qadê şer bikin.