Manî yê Rojavayî li Norveçê ji bo serokatiya ciwanan namzet e

Manî yê Rojavayî li Norveçê ji bo serokatiya ciwanan namzet e

Partiya Karkeran a Norveç (AP) wê piştî mehekê serokê ciwanan hilbijêre. Komîteya hilbijartinê ya Partiyê Manî Hussaînî bi piraniya dengan wek namzet hilbijart.

Partiya Karkeran a Norveç (AP) piştî mehekê wê serokê ciwanan hilbijêre. Ji bo serokatiya ciwanan a 14 hezar endamên wê hene Manî Hussaînî yê ji bajarê Qamişlo yê Rojava ku 12 sal in li Norveçê dijî tenê namzet e.

Hussaînî yê ji ANF’ê re axivî êrîşên li hember Rojava nirxand. Hussaînî xwest raya giştî ya navneteweyî ji êrîşên çeteyên DAIŞ re bêdeng nemîne û got ku li hin herêmên Başûrê Kurdistanê têkoşîna hevpar a hêzên YPG û pêşmergeyan ji bo yekîtiya neteweyî hêviyan dide.

Di hilbijartina ji bo serokê ciwanan a di 16-19’ê Mijdarê de ku tê gotin wê Manî Husseînî misoger bê hilbijartin, eger Manî Husseînî bi ser bikeve wê bibe yekem serokê koçber ên partiya xwe.

Manî Husseînî yê 26 salî di Zanîngeha Oslo de zanistên teknolojiyê dixwîne û 12 sal in li Norveçê dijî.