Mamostaya nexweşiya Epîlepsî hat girtin
Mamostaya nexweşiya Epîlepsî ya bi navê Jiyan Ozturk a li Mêrdînê hat binçavkirin, bi hinceta ku beriya çend salan beşdarî mîtîngekê bûye hat girtin.

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê beriya 4 rojan mamostaya nexweşiya Epîlepsî ya bi navê Jiyan Ozturk hatibû binçavkirin, birin Edliyeya Mêrdînê. Piştî kar û barê li dozgeriyê bi daxwaza girtinê Ozturk sewqî Dadgeha Sûlh Ceza hat kirin. Bi hinceta beriya çend salan dema ku xwendekar bû beşdarî mîtîngeke li bajarê Rihayê bûye, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. Oztûrk birin Girtigeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.