Mam Zekî bawerî bû
Hevrêyên Mam Zekî qala wî kirin: "Mam Zekî êdî ne amade ye, em ê li şûna wî biaxivin û bi erkên wî rabin. Ev yek wezîfeya me ye. Em neçar in ku xwedî li nirxên xwe derkevin."
Hevrêyên Mam Zekî qala wî kirin: "Mam Zekî êdî ne amade ye, em ê li şûna wî biaxivin û bi erkên wî rabin. Ev yek wezîfeya me ye. Em neçar in ku xwedî li nirxên xwe derkevin."
Di beşa îro ya dosya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hevrêyên Mam Zekî Şengalî Xanê Agal, Heso Ekîncî, Salih Ozdogan û Cahît Zerdeştî qala wî kirin.
Xwişka Xanê Agal Binevş Agal (Bêrîvan) û hevserê wê Alî Agal jî di nava têkoşîna azadiyê de şehîd bûne. Dema ku em li çîroka wê guhdarî dikin, hîn dibin ku yê Xanê Agal û hevserê wê yê şehîd Alî Agal bi têkoşînê daye naskirin, Mam Zekî ye. Qala wan rojan dike: "Sala 1979'an me ji gundê Bazivan ê navçeya Qubînê ya Êlihê koçî Celle kirin. Em nû ji welêt hatibûn, her tişt ji bo me xerîb bû. Hesreta me mezin bû. Di demeke wiha de me têkoşîn nas kir.
Tevî hevserê xwe hevalê Alî em hatin Elmanyayê. Hevalê Zekî berî me hatibû. Tevgera nas dikir. Ji bo xurtkirina welatparêziyê û tevlîkirina hevalên nû li nava refên têkoşînê gelekî hewl dida. Hevalê Zekî em bi têkoşînê da naskirin.
HEVAL ZEKÎ PÊŞENGÊ ME BÛ
Min jî cihê xwe di nava kar de girt. Wê wextê di nava hevrêyên me de şehîd Bêrîvan, Abdullah Sevgat, Ahmet Ergîn jî hebûn. Ev milîtan bûn. Karekî gelekî hêja li vir dikirin. Bi zanebûn kar dikirin. Wê demê televîzyon tine bû. Me kaset belav dikir. Kovanên Serxwebûn, Berxwedan dihatin.
Wê demê ERNK hate ragihandin. Me xwest ERNK'ê bidin naskirin. M gelek şev organîze dikirin û em gelekî çalak bûn. Li ku derê malbateke Kurd hebûya, dixwazî bila bi 100 kîlometreyî dûr bûya, em diçûn cem. Em hemû li febrîqeyan dixebitîn. Lê belê hevalê Zekî pêşeng bû. Em mal bi mal digeriyan. Bi nivîskî û devkî me propaganda dikir.
HEVSER Û HEVRÊYÊ WÊ ŞEHÎD BÛ
Hevserê min Alî Agal piştî ku demekê li Celle kar kir bi temamî tevlî nava refên partiyê bû. Cihê wî yê kar Fransa bû. Xwest vegere welêt. Hate qebûlkirin. Li Fransaye me xatir ji hev xwest. Sala 1988'an vegeriya welêt. Tevî hevrêyê xwe Xalît Balta yê ji Êlihê, sala 1990'î li herêma Misricê di şer de şehîd bû.
NEWROZA 93'AN LI QAMIŞLO
Bi hevalê Zekî re em demeke dirêj xebitîn. Li gelek cihan em li hev rast dihatin. Sala 1992'an ez çûma akademiya li Kurdistanê. Em dewreya dawî ya akademiyê bûn. Navê wê 'Dewreya Serketinê' bû. Hevalê Zekî wê wextê endamê Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê (KUM) bû. Hevalê Zekî û komek ji KUM'ê hatin Qamişlo. Min jî wê wextê li Qamişlo kar dikir. Newroza 1993'an em li hev rast hatin.
HEVDÎTINA BI OCALAN RE: XIZMETÊ JI GELÊ XWE RE BIKIN
Piştre dîsa hat Ewropayê. Lê hate kirin û piştî demeke kin dîsa çû. Dûre me Rêbertî dît. Ji me re got, 'Hûn ê ji bo Êzidiyan kar bikin. Hûn ê bikevin nava gelê Şengalê. Hûn ê ji wan re qala nêrîna azadiyê bikin. Hûn ê xwedî li rastiyê derkevin. Çi pêwîste be ji bo vî gelî hûn ê wê bikin. Weke Êzidî hûn civaka xwe baştir nas dikin. Divê hevalên Êzidî berê xwe bidin civaka xwe. Divê xizmetê ji gel re bikin. Ji hevalên din bêhtir ez we nas dikim. Ji bo kêmasî û şaşitî nebe, divê hûn li nava Êzidiyên li Şengalê bixebitin'. Li ser vê bingehê hevalê Zekî li nava Êzidiyan dixebitî.
Wê wextê em ji hevalê Zekî hînî milîtaniyê bûn. Hîn wê wextê hevalê Zekî hatibû naskirin. Pêşengê şoreşa li Şengalê bû. Me ji gel re qala têkoşîna azadiyê ya nû dikir. Sîstema Saddam hilweşiya bû, PDK'ê dixwest vê herêmê kontrol bike. PDK'ê êrîşî me dikir û hevalê me digirt. Hevalê Zekî bi gelek rê û rêbazan kir ku hevalên me bên berdan.
ŞEHADETA WÎ RONAHIYA RÊYA ME YE
Dema ku balafirên şer bombe li Şengalê barandin, nefikirîm ku hevalê Zekî kirin hedef. Dema ku me bihîst, min xwest jê bawer bikim. Em gelekî tirsiyan. Şehîdketina wî hesteke giran e. Mam Zekî bawerî bû. Daxwaza wî daxwaza me ye: 'Jiyana azad û bi rûmet'. Ji bo vê jî rojekê teredût nekir. Şehadeta wî wê ronahiya rêya me be.
KOMELEYA DESTPÊKÊ YA KARKERÊN KURDISTANÊ VEKIR
HESO EKÎNCÎ: Havîna ala 1981'ê bi saya têkoşînê em li hev rast hatin. Hevalê Zekî û komeke pê re Komeleya Karkerên Kurdistanê li Celle vekirin. Çend caran ez çûm komeleyê. Sala 1983'an bi koma hevalê Zekî re min têkilî danî. Berê hevalê Zekî timî li rastiyê bû. Şeva ku wê biçe welêt, em li mala wî man. Piştre çend caran em bi telefonê bi hev re axivîn. Sala 2013'an tevkî kekê Mam Zekî Suleyman em çûn Qendîlê ji bo hevdîtinê. 5 hefteyan em li wir man û 2 şevan em mêvanê Mam Zekî bûn. Bi deh hezaran şehîdên me hene. Mirov dikarin îro baştir encama têkoşîna 40 salî bibînin. Haya civaka Êzidî ji vê kedê heye.
PROJEYA WÎ NÎVCO MA
SALIH OZDOGAN: Ji Wêranşarê me. Sala 1978'an min Mam Zekî nas kir û 2 serdeman em bi hev re xebitîn. Ez xebatkarê ERNKê bûm. Mam Zekî berpirsyarê me yê herêmê bû. Beriya şehadetê em bi telefonê bi hev re axivîn. Projeyeke wî hebû. Wê hemû hevalên berê li Qendîlê bicivanda. Ev proje diviyabû berî du salan pêk bihata. Lê ji ber şerê giran pêk nehat.
Sala 1999'an e çûm Şengalê. Min dît ku bandoreke mezin li civaka Êzidî kiriye. Mam Zekî weke hêviyekê didîtin. Mîna ku hevalê Zekî li Şengalê ji dayik bûye. Dema ku em bi şehadeta wî hesiyan em çûn mala wî. Lê me newêrîbû ku bêjin bê şehîd ketiye. Wê şevê me negot, sibehê me agahî da. Tevî ku em bîranînên wî li dar dixin jî weke hevrêyên wî em naxwazin bawer bikin ku şehîd bûye.
DIJMINATÎ QEDAND
CAHÎT ZERDEŞTÎ: Ji navçeya Qubîn a Êlihê me. Zêdeyî 30 sal in hevalê Zekî nas dikim. Me bi hev re gelek dozên xwînî çareser kirin. Ew ji bo me bû mînak. Navê 'Mam' me lê nekiribû. Gel ev nav lê kiribû. Sala 1998'an dema ku ji Qada Rêbertî vegeriyam, Mam Zekî ji girtîgehê derket. Çend serdeman em bi hev re man. Mam Zekî pêşeng û derwêşê civaka me bû. Şehadeta wî ji bo me windahiyeke mezin e. Mam Zekî bû hêvî û paşeroj ji hemû zarokan re.
WEKE JINÊN ÊZIDÎ EM DEYNDARÊ WÎ NE
TEMBIYE YEVSEN: Di zarokatiyê de bi Mam Zekî re bûm. Eger îro li vir im û diaxivim, ev yek bi keda Mam Zekî ye. Weke jinên Êzidî eger em îro diaxivin, ev bi saya Mam Zekî ye. Lewma serê me bilind e. Dema ku Mam Zekî bi me re bû jiyan gelekî xweş bû. Eger em bi rastî em li ber dikevin, divê em vê yekê bi têkoşîna xwe nîşan bidin. Ya ku ji me dixwest; Hezkirina neteweya me bû.