Malperên Herkul û Huda Par hatin hackkirin
Malperên Herkul û Huda Par hatin hackkirin
Malperên Herkul û Huda Par hatin hackkirin
Hackerên Kurd malpera Herkul ku bernameyên Fethullah Gulen diweşîne û malpera partiya legal a Hizbullahê Huda Parê diweşîne, hack kir.
Malperên herkul.org û hudapar.org ji aliyê Anarchy Cr3w ve hatin hackkirin û gihiştina her du malperan bi qasî saetekê hate astengkirin.
Koma hackeran sedema çalakiya xwe “dijminya Fethullah Gulen a li hemberî Kurdan” û “êrîşa Hizbullahiyan a ku li Zanîngeha Dîcleyê li dijî xwendekarên welatparêz pêk anî” weke sedem nîşan da.
Koma hackerê da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe yên li hemberî derdorên ku êrîşê têkoşîna azadiya Kurdan dikin, bidomînin.