Malpera Daîreya Bacê ya Enqereyê hate hack kirin
Malpera Daîreya Bacê ya Enqereyê hate hack kirin
Malpera Daîreya Bacê ya Enqereyê hate hack kirin
Malpera înternetê ya Daîreya Bacê ya Enqereyê ji aliyê komeke Kurd a hackerê ya ku navê ColdHacker li xwe kirine, hat têk birin.
Malbera fermî ya Daîreya Bacê "http://www.avdb.gov.tr" duh di seetê êvarê de ji aliyê komeke aktîvîstên sanalê ya Kurd a bi navê ColdHacker ve hate hack kirin. Komê diyar kir ku, di vê pêvajoya çareseriyê de dewleta tirk êrîşên xwe yên li hemberî kurdan zêde kirine û ji ber ku van êrîşan şermezar bikin ev çalakî pêk anîne. Komê wiha got: “Pêvajoya ku serokatiya me daye destpêkirin, dewleta Tirk bê navber êrîşê kurdan dike. Em van êrîşan şermezar dikin. Me ev çalakiya xwe wek mîsîlemeya ji bo qetilkirina hevalê xwe Murat Îzol pêk anîn. Êrîş û zextên li ser gelê me dê bê bersiv nemîne û dê çalakiyên me her tim bidomin.
Malpera Daîreya Bacê piştî demekê weşana xwe ya normal berdewam kir.
Di 28’ê Adarê de li taxa Fîskaya ya Amedê ciwanê bi navê Murat Îzol ku di encama gulebarandina polîsan de xwe avêt Çemê Dîcle û xeniqî cesedî wî di 7’ê Nîsanê de li nêzî Pira Dehderî hatibû dîtin. Şahidên ku cenaze dîtibûn, diyar kirin ku şopa guleyê li serê Îzol heye.