Malikî Tirkiye hişkt rexne kir
Malikî Tirkiye hişkt rexne kir
Malikî Tirkiye hişkt rexne kir
Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî Tirkiye bi hewla kontrolkirina welatên Iraq, Sûriye û Misrê, her wiha destkariya nava karên Îraqê sûcdar kir.
Malikî ji rojnameya El Şark el Avsat ya bi Erebî weşanê dike ku navenda wê li Londonê ye axivî û rexneyên wiha kirin: “Tirkiye destkariya nava karên Îraqê dike, baweriya xwe bi pêkhatiyên mezhebî û aborî tine. Muxalîf û radîkal hertim li Enqereyê kom dibin.”
Malikî têkildarî polîtîkayên navxweyî jî got: “Biryar ya gelê Îraqê ye, ne ya mine. Em ne sîstemekî yek partîne, gelek partî, hêzên siyasî û pêkhate hene.” Serokwezîrê Îraqê ragihand ku, artêşa îraqê nerim nêzî protestovana dibe û ji bo wana hêsanîtiyê çêdike, lê belê vê xelet dinirxînin. Malikî xwest yên ku hewil didin di welat de hêzên milîs ava bikin bersivekî herî giran bê dayîn û îdîakir ku, hinek alî hewil didin protestovana bikar bînin û li welat fitne û rageşiyê ava bikin.
Malikî di hevdîtina du salan berê li gel Serokê DYA’yê Barack Obama kirî û da diyarkirin ku Obama gotibû; “Beşar Esad dê di nava du mehan de bikeve” û lê belê wî jî bersiva “Dê du salan jî nekeve” dabûyê. Malikî got; “Min got ez Sûriyeyê baş nas dikim. Dê wê demê jî şer bikin, Xiristiyan, laîk û yên din li gel rêveberiyê ne.”