Malikî: Tirkiye aşkera piştgiriya terorê dike
Malikî: Tirkiye aşkera piştgiriya terorê dike
Malikî: Tirkiye aşkera piştgiriya terorê dike
Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî diyar kir ku Tirkiye li hundir û welatên navçeyê bi awayekî aşkera hevkarî û piştgiriya terorê dike.
Cîgirê yekemîn ê Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî ji kanala El-Alem a Erebî re diyar kir ku îdîayên Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu li ser hatina terorîstan di nava xak û welatê wî, bi giştî welatên navçeyê û bi taybetî jî Iraqê qebûl nakin û wiha got: “Ji ber ku Enqere aşkera û bêyî ji ti welatekê bitirse, bi awayekî aşkera alîkariyê dide grûbên terorîst ên di nava Iraq û welatên navçeyê de.”
Ev daxuyaniyên Nûrî Malikî piştî ku Pêncşema buhrî Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu serdana Bexda û Hewlêrê kiribû pêk hatin. Davutoglu di serdana xwe de bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelek berpirsên din ên Herêma Kurdistanê re civiyabû.