Malbatên Somayê ji bo edaletê dimeşin Enqereyê!

Li Somayê ji ber cînayeta kar 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê cînayeta kar doz hatibû vekirin û ‘edalet’ pêk nehatibû. Malbatan biryar dan ku bimeşin Enqereyê.

Li navçeya Somayê ya Manîsayê di kana komirê de 301 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di doza Somayê de 5 jê girtî 51 kes hatin darizandin. Malbatên ku ji encama dozê memnûn neman, biryar dan ku bimeşin Enqereyê.

Malbatên diyar kirin ku cezayê li 14 kesan hatiye birrîn ne adilane ye û banga meşê kirin.

Di encama dozê de xwediyê kevn ê şîrketa Somayê Alp Gurkan jî tê de ji bo 37 kesan biryara beraatê hate dayîn.

Bersûcên din jî ceza li wan hate birrîn. Li Mehmet Alî Gunay Çelîk 11 sal û 8 meh; li Yasîn Kûrnaz, Hîlmî Kazik, Halûk Evînç, Hîlmî Karakoç, Mehmet Erez û Fûat Ûnal jî 8 sal û 4 meh ceza hate dayîn.

Ji bo Mûrat Bodûr jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.