Malbatên polîs û leşkerên ku HPG’ê ew dîl girtine, bi ÎHD û HDP’ê re civiyan

Malbatên polîs û leşkerên ku HPG’ê ew dîl girtine, bi ÎHD’ê re civiyan û bangî raya giştî û dewletê kirin. Malbat çûn serdana HDP’ê jî.

Piştî ku AKP’ê ‘pêvajoya çareseriyê’ qedand di navbera 24’ê Tîrmeha 2015’an û 21’ê Îlona 2016’an 13 leşker û polîs ji aliyê HPG’ê ve di kontrolên rêyan de hatibûn destgîrkirin.

Nameyên ku leşker û polîsan ji malbatên xwe re nivîsandibûn, gihandibûn Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD).

Rayedarên komeleyê malbat agahdar kirin û malbat ji bo ku nameyan werbigirin, hatin Enqereyê. Malbatan nameyên zarokên xwe yên leşker û polîs wergirtin û li avahiya ÎHD’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku raya giştî ya Tirkiyeyê di vî warî de bêdeng e û got ku “Niha 13 kes hatine destgîrkirin. Ev kes 4 sal in nikarin malbatên xwe bibînin.”

Di civînê de malbat jî axivîn û nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewlet û raya giştî dan.

Malbat piştre ji bo bi rayedarên HDP, CHP û AKP’ê re bicivin, ji ÎHD’ê veqetiyan.

Ji aliyê HDP’ê derbarê vê hevdîtina bi malbatên leşker û polîsan daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku “Serokwekîlên me yên komê Fatma Kûrtûlan û Sarûhan Olûç ji bo serbestberdana van leşker û polîsan ji Meclîsê xwestiye ku bila têkevin nav hewldanan. Ji bo ku ev kes serbest werin berdan, em ê peywira xwe bi cih bînin.”