Malbat ji bo biçin Îmraliyê hevdîtin bikin serlêdan kirin

Malbata Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Gireva Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan.

Malbata Ocalan herî dawî piştî 21 salan, di 27’ê Nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk anîbû. Hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan ku yekemîn car hat bikaranîn, di 7'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hat qedexekirin.