Malbatên girtiyan li Gebze û Bakirkoyê li ber xwe didin

Li Gebze û Bakirkoyê berxwedana malbatan didome yên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan a li pêşiya Girtîgeha Jinan a Gebzeyê di roja 35’an de ye.

Malbat li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê hatin ba hev û bi wesayîtan berê xwe dan girtîgehê. Dema ku malbat hatin pêşiya girtîgehê, polîsan pêşiya wan birî. Ligel ku hate astengkirin jî malbatan çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Dayikan bi gotinên ‘Em ji bo jiyana zarokên xwe li vir in’ bersiv dan gefên polîsan.

Polîsan piştre malbat derb kirin û ew bi darê zorê li wesayîtên wan siwar kirin. Malbatan dîsa berê xwe dan Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê.

BAKIRKOY

Malbatên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, îro careke din xwestin biçin pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Malbat li pêşiya otobana E-5’ê hatin ba hev û ber bi girtîgehê ve, dest bi meşê kirin. Polîsan diyar kirin ku ev çalakî qedexe ye û nehiştin ku malbat bimeşin. Malbatan diyar kirin ku ew dixwazin bibin dengê zarokên xwe lê polîsan meşa malbatan asteng kirin.