Malbatên girtiyan: Çareserî li Îmraliyê ye

Li Gebzeyê çalakiya malbatên girtiyan di roja 38’an de domiya. Malbatan diyar kirin ku çareserî li Îmraliyê ye.

Malbatên girtiyan 38 roj in dixwazin li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê çalakiyê li dar bixin lê polîs çalakiyê asteng dikin.

Malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne, di roja 38’an de jî berê xwe dan Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê. Malbat li pêşiya avahiya HDP’ê ya Gebzeyê kom bûn û bi wesayîtan berê xwe dan ber girtîgehê. Malbat beriya ku bigihêjin ber girtîgehê polîsan pêşiya wan birî.

Polîsan dora malbatan girtin û lê malbatan berxwedana xwe domandin. Malbatan gotin ku ‘Hûn me bikujin jî em ê werin. Hûn nikarin heqaretê li me bikin.”

Polîsan piştre êrîşî malbatan kirin û ew bi darê zorê li wesayîtan siwar kirin. Polîsan nehiştin ku rojnameger jî karê xwe bikin.

Malbatan piştre li ber avahiya HDP’ê ya Gebzeyê daxuyanî dan. Zeynep Çalihan a ku dayika girtiya bi navê Zeynep Çalihan e, got ku “Em 38 roj in li vê derê ne. Em naxwazin zarokên me bimirin. Her roj zilm tê kirin lê em ê berxwedana xwe bidomînin.”

WAN

Xizmên girtiyan li Wanê jî li TÛAY-DER’a Wanê hatin ba hev.

Xizmên girtiyan xwestin ku ji avahiya komeleyê biçin Kolana Hunerê lê polîsan ew asteng kirin. Polîsan dîmenên rojnamegeran jî bi darê zorê jêbir.

Malbat piştre çûn Rêxistina HDP’ê ya Wanê li vê daxuyanî dan. Girseyê diyar kirin ku ew ê bibin dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de.