Malbateke Kobanî bi kîwarkê jehrî bû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Malbateke Kobanî bi kîwarkê jehrî bû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Ji malbata Kobanî ya ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar ma ku koçî Tirkiyeyê bibe û li navçeya Polatli ya Enqereyê bi cih bû, Evdo Şêxo ji ber xwarina kîwarkê jehrî bû û jiyana xwe ji dest da.

Malbata Kurd a ji Kobanê beriya salekê neçar ma ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçî Tirkiyeyê bû û li navçeya Polatli ya Enqereyê bi cih bû. Malbatê karê çandiniyê dikir. Endamên malbatê ji ber xwarina kîwarkan ku li ber çemê avê kom kiribûn, jehrî bûn.

Endamên malbatê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Enqereyê. Ji endamên malbatê Xanim, Îbrahîm, Bozan, Şîrîn û Evdo Şêxo jehrî bûn. Tevî hemû mudaxeleyan Evdo Şêxo yê 17 salî jiyana ji xwe dest da. Piştî cenaze ji tiba edlî hate wergirtin, li goristana bajêr a Polatliyê spartin axê.

Hate diyarkirin ku mêlaka dayikê Xanim, Remezan, Îbrahîm û Bozan ji ber jehrê xirab bûne û ji bo neqla mêlakê veguhestin Nexweşxaneya Înonu û Turgut Ozal ên Meletiyê. Li gorî agahiyên bijîşkan dane, rewşa kesên jehrî bûne, xeter e.