Malbatê cenazeyê Tûran ê PKK'yî wergirt

Malbatê cenazeyê Tûran ê PKK'yî wergirt

Cenazeyê Recep Tûran (Mahîr Baran) ê PKK'yî, ku di şerekî li navçeya Amed Liceyê de jiyana xwe ji dest da û piştre li Goristana Bêxwediyan hat veşartin, li ser serlêdana malbatê ya li dozgeriyê, piştî bi salan teslîm hat girtin. Cenaze li Goristana Yenîkoy a Amedê hat veşartin.

Cenazeyê PKK'yiyekî di sala 1999'an de di şerekî li hemberî leşkerên Tirk de li bejahiya gundê Comeleş ê navçeya Amed Liceyê jiyana xwe ji dest da, ji ber ku nasnameya wî nehat tespîtkirin, li Goristana Bêxwediyan a navçeyê hat veşartin. Malbata ku piştî bi salan pê hesiya kurê wan Recep Tûran (Mahîr Baran) ê li nav refên PKK'ê jiyana xwe ji dest daye, di sala 2012'an de serî li Dozgeriya Komarê ya Liceyê da. Piştî serlêdana hat kirin, di encama lêkolîna DNA de hat tespîtkirin ku cenaze yê Recep Tûran e û malbatê li ser vê yekê îro danê sibê li goristanê dest bi kolandinê kir. Piştî kolandinê canezeyê Tûran hat derxistin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê Tûran anîn Goristana Yenîkoy a li navenda Amedê û li wir hat veşartin.