Malbatan ji bo testa DNA’ya du gerîlayan nimûneya xwînê dan

Malbatan ji bo testa DNA’ya du gerîlayan nimûneya xwînê dan

Sazîya Tiba Edlî ya Stenbolê ji bo testa DNA ya du gerîlayên HPG'ê ji malbatan xwîn xwest.

Li Çiyayê Gebara Şirnexê di sala 2007'an de di şerên cuda de 2 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe jidest da. Di 29'êTîrmehê roja Çarşemê li gundê Sulakê ya Hezexa Şirnexê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve cenazeyê du gerîlayên HPG'ê bi navê Vesîle Nas (Ulkem Îdil) û Fuat Koç (Denîz Bîngol) radestî malbatê wan hat kirin. Piştî radestkirinê cenaze birin Meletîyê û ji wir jî birin Saziya Dadmendiya Tibê ya Stenbolê.

Malbat ji bo ku cenazeyan bigrin çûn Saziya Dadmendiya Tibê û bi rayedaran re hevdîtin pêkanîn. Birayê gerîla Fuat Koç (Denîz Bîngol) Endamê MP’a BDP'ê Zekî Koç diyarkir ku, di hevdîtinê de rayedaran ji wan ji bo taqîkirina (test) DNA'yê xwîn xwestiyê. Koç da zanîn ku, rayedaran got ji ber ku karên otopsiyê yekem car li Hezexê tên girtin, ji ber wê pêwîste hûn xwînê bidin Serdozgeriya Komara Hezexê. Koç da diyarkirin ku, wê îro biçin Hezexê, dibe ku karû barê cenaze heta 10 rojan bidome.