Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li rayedaran dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li rayedaran dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan.
Ocalan piştî 21 salan yekemcar di 27'ê Nîsanê de karîbû mafê xwe yê axaftina bi rêya telefonê bi kar bîne. Mafê axaftina bi telefonê jî di 7'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hate qedexekirin. Her wiha di 30'ê Îlonê hevdîtina bi malbatê re hatibû qedexekirin.