Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbatên Ocalan û sê girtiyên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên Ocalan û sê girtiyên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serê sibehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.