Malbata Seven ji bo Ocalan li Mulhouse standa îmzeyan danî
Malbata Seven ji bo Ocalan li Mulhouse standa îmzeyan danî
Malbata Seven ji bo Ocalan li Mulhouse standa îmzeyan danî
Endamên malbata Seven ku li herêma Alasace a bajarê Mulhous a Fransayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berhevkirina îmzeyan dewam dike. Bi alîkariya Kurdên li bajêr dijîn, endamên malbatê duh bi sedan îmze kom kirin û li ser pirsgirêka Kurd û Ocalan belavok belav kirin.
Endamên malbata Seven ku beriya niha li bajarê Lorîent diman û nêzî du mehin bar kirine bajarê Mulhouse, kampanya xwe ya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan dewam dike. Li standa li navenda bajêr li li Place de la Vîctoriya hat vekirin, 600 belavok hatin belavkirin û zêdeyî 300 îmze hatin berhevkirin.
Malbata Seven meha derbasbûyî jî stand vekiribû, lê li êrîşa nîjadperestan rast hatibû û ji aliyê Kurdên li bajarê Mulhouse ve piştgirî dîtibû.
Malbata Gulîstan-Derwêş Seven û keça wan Nantas, Vannes, Lorîent, St.Brîeuc Saîn Nazaîre û Rennes beriya niha ku li herêma Bretonya li bajarê Lorîent a Fransayê dijiyan, li navenda bajar stand vekiribûn, nezî 13 hezar îmza komkiribûn. Ji ber malbata Seven heya niha îmza komkiribûn di Mijdara 2012’de ji aliye Meclîsa Gelê Kurd a Rennas ve hêjayî plaketê hatibû dîtin.
Malbata ku nêzî sê meh in li bajarê Mulhouse dijî dixwaze 5 hezar îmzeyan kom bike û heta niha hezar û 200 îmze kom kiriye. Hefteya derbasbûyî jî malbata Seven li Strasbourg’ê stand vekiribû û nezî sê sed îmze ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî berhev kiribû.